EDENE - Li Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewata ku zarokan qawiş dan ber agir de 6 ji girtî 11 kes birîndar bûn. Hate hînbûn ku ji 6 zarokên birîndar bûn rewşa 3 zarokan giran e.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewata ku zarokan qawiş dan ber agir de 6 ji girtî, 5 gardiyan bi temamî 11 kes birîndar bûn. Lİ gorî agahiyan 6 zarokên ku temenê wan di navbeda 14-18 salî ne li qawişê bi şev saet di 23.45'an de nivînên xwe dan ber agir. Şewat di demeke kin de belav bû û gardiyanan qawiş vala kirin, mudaxaleyî şewatê kirin. Îtfayeya ku piştre hate girtîgehê şewat vemirand.
6 zarok û 5 gardiyanên ku ji ber şewatê bi bandor bûn rakirin nexweşxaneyan û hate hînbûn ku rewşa 3 zarokan giran e. Waliyê Edeneyê Mahmut Demîrtaş têkîldarî mijarê di daxuyaniya ku da de got ku di şewatê de 6 zarok û 5 gardiyan ji ber dû jehrî bûne, rewşa 3 zarokan giran e.
BI ÎŞKENCEYÊ HATIBÛ ROJEVÊ
Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edeneyê ku bi muameleya xirab hatibû rojevê. Lêpîrsina ku der barê 4 gardiyanan de ji ber ku di 5'ê çileyê de îşkence li 5 zarokên nû hatine girtîgehê kirine hatibû vekirin de bi bêşapondinê encam bû. Dozgeriyê dîmenên kamerayê lêkolîn nekir, ligel rapora Saziya Tiba Edlî ji bo lêpirsînê delîl nedît.