Zarokê ji qawişa şewat derketî rizgar bûyî: Hemû kes dihatin derpkirinm

EDENE - Li Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê ligel serlêdanan jî lêkolîn û lepirsîn ne hat desrpêkirin û ji îşkenceya li zarokan hat kirin re jî biryara bêşopandinê hat dayîn. O.E. ê ku di Tebaxa 2016’an de ji qawişa zarokan hat berdan, îdîa kir ku zarokên dihatin girtîgehê dema karên wan ên pejirandinê didan meşandin dihatin derpkirin.

Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê ku bi îdîayên îşkenceyê diket rojevê, duh di kawişa zarokan a girtîgehê de şewat derket û 3 jê giran 6 zarok û 5 memûr birîndar bûn. Ligel bi dehan serlêdanên îşkence û binpêkirinên mafan hat kirin jî, li girtîgehê lêpirsînên hatine vekirin bê encam man û hatibû îdîakirin ku di 5’ê Çileya 2016’an de 5 zarok di dema ketina girtîgehê de rastî îşkenceyê hatine. Derbarê îdîayan de, derbarê 4 memûrên girtîgehê de bş sûcdariyên “birîndarkirina sivik” û “heqaret” lêpisîn hat destpêkirin û bi biryara bêşopandinê bi encam bû. Dozger bêyî ku dîmenên kamereyan temeşe bike, ligel rapora Tiba Edlî diyar kir ku ji bo doz bê vekirin delîlên têrker tune ne.

'LÊDANA XÊRHATINÊ’

Ji 5 zarokên hatine derpkirin B.A., di îfadeya li dozgeriyê daye de got “Sê gardiyan hebûn, gotin xwe tazî bikin. Dema em hêjî nîvtazî bûn cop li me dan. Ev jî lêdana xêrhatinê bû. Destê min danîn ser masê, yekê got ‘te bi kîjan destê xwe ber avêt? Ez destê de bibirim?’ li beşa rehabîlîtasyonê şevê gardiyan dihatin. Digotin rabin, li rûyê min dixistin. Heman tişt bi hevalên din jî kirin. F.Ş. ji serê xwe birîndar bû, li qawişê em her 5 kes rastî lêdana xêrhatinê hatin.”

B.A. wiha berdewam kir: “Em rastî heqaret û çêrên midûrê duyem hatin. Di pişta M.Y. de paspas şikandin. Ji ber ku ez di hejmartinê de keniyam sergardiyan li min xist. Çêr kiirn. Rojekê hevalên me birin bexçe û li bin merdîvenan li wan xistin.” Zarokê bi navê İ.E. ji ber ku ji xebatkarê girtîgehê re got ‘serok’ ji ber ku navê wan ne dizanî diyar kir ku di ketina yekemîn de hatiye tazîkirin, ligel ku tiştên gotine kiriye jî bi çopan li wî xistin û hemû kes derpkirin.

LI TIBA EDLÎ ŞOPÊN DERP KIRINÊ HATIN TESBÊTKIRIN

Çend roj piştî bûyerê 9 zarok sewqî Tiba Edlî hatin kirin. Zarokên din ên gilî ligel dozger nekiribûn jî şîdeta ku pêre rû bi rû mane ji doktor re vegotin. Birînên zarokan ên ku qalik girtine di raporê de cih girtin. F.Ş. ê di ketina girtîgehê de rastî şîdetê hat di serê wî de şopa birînê hat dîtin. Zarokên gilîdar B.A. û Î.E., di 1’ê Nîsanê de sewqî Tiba Edlî hatin kirin. Di raporê de hati gotin ku rastî şîdeta beriya 3 mehan ne hatine. Hat gotin ku zarokê bi navê E.D. di 13’ê Adarê de li bin merdîvenan ji aliyê gardiyanan ve hatiye derpkirin, bi xortuma spî li destê wî yê rastê û li kemaxa wî xistine, nava destên wî werimîne û ne birine saziyek tendirûstiyê. Di destê rastê yê E.D. de cîlt lezyona ku sax bûye hat tesbîtkirin. Li ser D.S. hêjî şopên şîdeta li bin merdîvenan hebû. Li stû û destê çepê yê D.A. de birînên hiştkbûne hatin tesbîtkirin. M.A. jî got ku li bin merdîvenan rastî êrîşa 6 peywirdaran a bi kulm û copên plastîk hetiye, li ser, stû, destên wî xistine, destê wî yê rastê werimiye û milê wî yê çepê jî reş bûye. Di muayeneya Tiba Edlî de, di milên Y.D. de û di pişta F.U. de şop hatin tesbîtkirin.

BI GOTINEKÊ HAT GIRTIN

Ligel îfadeyên zarokan û tesbîtên Tiba Edlî jî Serdozgerê Komarê yê Edeneyê di biryara xwe ya bêşopandinê de diyar kir ku ji bilî F.Ş. di tu mexdûran de rastî şopên derpkirinê ne hatine. Dozger da zanîn ku sûcdaran sûc qebûlnekirine û wiha got: “Tê dîtin ku dibêjin cihê lê ne çop tune ne, her çiqas li ser weşana Rojnameya Ozgur Gundemê lêpirsîn hatibe destpêkirin jî, ji bo doz bê vekirin delîlên pêwîst nehatine dîtin.”

'DEMA MIN GOT EZ JI BER SIYASETÊ HATIME LI MIN XISTIN’

Zarokê bi navê O.E. ê ku li qawişa zarokan ma û di meha Kanûnê de hat berdan îdîa ki rku di ketina girtîgehê de rastî îşkenceyê hatine, hemû kes di ketinê de hatine derpkirin û wiha got: “Ez ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê sewqî kawişa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulera Edeneyê hatim kirin. Di dema ketinê de ji min re gotin ‘tu ji ber kîjan sûcî ketî girtîgehê’ min got ‘ji ber siyasetê’ li ser vê ez rastî muameleya xirap a gardiyanan hatim. Piştî ez rojekê di hucreyê de mam, serê sibe jî gotin ewlehiya navxweyî û ez birim odeyekê. Ji min pirsîn ‘tu ji ber kîhan sûcî hatî’ min dîsan got ‘siyaset’. Ez di odeyê de derpkirim. 4 kesan ez 2 deqeyam bi pihîn û mistam derpkirim. Piştre brim kawişê. Di kawişê de 9 zarok hebûn. Min ev rewş ji malbata xwe re vegot û me derbarê wan kesan de serlêdana sûc kir. Piştî vê zextên wan hinek sekinîn lê piştre dîsan zext zêde bûn.”

'XWESTIN EM ALÊ MAÇÎ BIKIN’

O.E. bi lêv kir ku gardiyanan dixwestin ew ji wan re bêjin “serokê min” û wiha axivî: “Hemû zarokên dihatin girtîgehê rastî heman pêkanînan dihatin. Gardiyanan xwestin em bêjin ‘dewlet bavê me ye’ hewldan ala tirkan bi me bidin maçîkirin. Hemû kesên hatin dihatin derpkirin. Gardiyanan dixwestin em ji wan re bêjin ‘serokê min’ yên ne digotin jî heqaret li wan dihat kirin. Zext li kesên nû dihatin dihat kirin. Dema me bi kurdî stran digot dihatin û zext li me dikirin. Ji me re digotin ‘hûn li ser axa me dijîn, xwarinê hûn dixwin herame. Carek din nebêjin.’ Zêde em nederdixistin revîrê. Me dikarî 15 deqeyan bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.”