'Ketin malê û dengê çekan hat'

WAN - Ayşe Mamuk a ku xwediya mala li navçeya Armêtê 2 jin hatin kuştin e diyar kir ku ji jinên ku hatine kuştin yek bi birîndarî hatiye înfazkirin û wiha axivî: "Piştî ku dengê çekan qut bû ketin malê, careke din dengê çekan hat."

Li naçeya Artemêt a Wanê li taxa Emînpaşa roja borî 2 jin bi îdiaya PKK'î ne hatin kuştin. Xwediya malê Ayşe Mamuk (60) a hat binçavkirin bi zarokên xwe Zeynep (24), Bahar (22), Fatma (20) û Azad (18) ve piştî îfadeyan hati berdan.

Ayşe Mamuk a hat berdan qala bûyera bi şev qewimî kir û wiha axivî: "Roja borî 2 jin ketin hundirê malê. Me ew nasnedikir. Me hê fêm nekiribû mal hate dorpêçkirin. Piştî ku anons hat kirin em ji malê derketin. Piştre min bi zarokan re kirin wesayîta zirxî. Dema ku em li wesayîtê bûn mala me hat gulebarankirin. Piştî ku dengê çekan qût bû ketin malê û careke din dengê çekan hat. Piştre ji hundir 2 torbeyên reş derxistin û xistin hundirê darbestê."

Şahidên bûyerê gotibûn ku di serdegirtina malê de jinekî bombeya li ser xwe teqandibû ya din jî bi birîndarî hatiye înfazkirin.