Ji bo Rozaya nexweş û biçûk azadî xwestin

STENBOL - Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş di hefteya 243’an de çalakiya Rûniştina F berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Meral Ekin Ayata û zaroka biçûk Roza re azadî xwestin.

Komîsyona girtiyên nexweş a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê (İHD), ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan di hefteya 243’an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Di çalakiya ve hefteyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan", “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyandin" û siloganên “Mirov bi mafê xwe mirov e" û “Bila Rozaya zarok bê berdan" berz kirin. Komîsyona Girtiyan a ÎHD'ê di çalakiya Rûniştina F ya vê hefteyê de ji bo Meral Ekin Ayata ku 4 meh berê tevî zaroka xwe hat girtin azadî xwestin. Li ser navê ÎHDê Mine Nazarî daxuyani da.

ROZA TÊR NAYÊ XWEDÎKIRIN

Nazarî anî ziman ku hem di daxuyaniyênTayyip Erdogan, hem di daxuyaniyên Wekîlê AKP'ê yê Îzmirê Huseyin Bozbiyik û hem jî di medya alîgir de li dijî girtîgehan planên nû di rojevê dene û wiha got: "Meral Ekin Ayata çar meh berê tevî zaroka xwe hat girtin. Piştî hat girtin şandin Girtîgeha Sakranê. Li gorî xwişka Ekîn Ayata Nevin Ayata şert û mercên girtîgeha Şakranê pir xerab e. Roza ya bebek têr nayê xwedîkirin. Xwestin xwarina ji derve şêre bişînin, lê raşedarên girtîgehê destûr nedan vê yekê. Roza bi dehan caran nexweş ket. 20 roj berê dîsa Roza nexweş ket. Hevdîtina saetekê ji ber OHAL'ê daxistin 30 dk yî. Em dixwazin girtiyên nexweş û Roza bi lezgîn serbest bê berdan."

Çalakî bi çepikan bi dawi bû.