AMED - Komîteya Newrozê ya 2016'an a ku bi destura Walîtiya Amedê ve hate pîrozkirin bi hinceta ku "di çarçoveya fermana rê xistinê hatiye organîzekirin" tên sûcdarkirin. Doza ku 10 kes tên darizandin dest pê kir.
Doza ku der barê 7 kesên endamên Komîteya Amedakar a Newroza 2016'an a Amedê û 3 kesên di organîzasyonê de cih digirin hate vekirin dest pê kir. Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Hafîze Îpek, Endamê Diwana Serokatiyê ya KCD'ê Seydî Firat, Endamê Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê Husnu Pervane, parêzer Mahmut Çîftçi, Hevserokê SES'ê Ramazan Kaval, Abdulganî Alkan, pêşkêşvan Ayşe Çelîkbîlek û Kemal Tanboga, Recep Derel û Volkan Gunduz oi dozê tê tên darizandin û di îdianameyê de bi "endamtiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê kirinê" "derveyî qanûnê civîn, meş û xwepêşandan li dar xistine" tên sûcdarkirin. Der barê 10 kesan de ji 7 sal û 6 mehan heta 20 sal û 6 mehan cezaya girtîgehê û 30 hezar TL pere tê xwestin.
DESTUR JI WALÎTIYÊ FERMAN JI RÊXISTINÊ!
Di îdianameyê de tê got ku Newroza bi destura Walîtiya Amedê hatiye pîrozkirin bi fermana rêxsitinê hatiye organîzekirin. Di doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin de Seydî Firat, Hafîze Îpek û Mahmut Çîftçî ne amadebûn. Bersûcên din û parêzer tevlî dozê bûn.
P iştî tespîtkirina nasnameyan Husnu Pervane parastina xwe kir. Pervane got ku wan bi destura Walîtiya Amedê Newroz pîroz kirine û ji bo sloganên ku li qadê hatine berzkirin wekî Komîteya Amedekar hişyariyên pêwîst kirine, komîteyê berpirsyariyên xwe yên qanûnî li qadê bi cih aniye û sûcdarkirinên ku tên kirin qebûl nekir.
Ramazan Kaval jî anî ziman ku ji bo pirsgirêkeke ewlehiyê dernekeve bi polîsan de kontrol pêk anîne û tu pirsgirêk jî derneketiye. Kaval destîşan kir ku anonsa vekirinê ya Newrozê û rêzgirtinê kê kiriye nizane, li qada ku bi sed hezaran kes hatibûn de jî nepêkan e pankar û sloganan komîtiya amadekar kontrol bike. Ayşe Çelîkbîlek jî di îfadeya xwe de got ku ji bo pirsgirêk neqewime çi ji destên wan hatiye kirine lê ligel vê yekê jî hatine binçavkirin, der barê wan de îdianame hatiye amadekirin. Abdulganî Alkan jî polîsan ji ber ku delîlek nedîtine bi ser malên wan de girtine, li qadê komîserên hikûmetê yên li qadê jî tu hişyarî nekirine.
Piştre dozger ji bo bersûcên ku nehatine îfade bidin xwest dem bê dayîn. Heyetê ji bo Seydî Firat ê li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê ye bi SEGBÎS'ê ve îfade bide xwest nivîs ji girtîgehê re bê nivîsandin û doz jî taloqî meha nîsanê kir.