AMED - Di doza Sûrê ya ku li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de ji ber ku heyeta dadgehê bêalî nîne, li hemberî îşkenceya li dijî girtiyan tiştek nekiriye rekirina dadger a hatibû kirin ji aliyê dadgeha jor ve nehat qebûlkirin.
Di doza Sûrê ya ku li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ya 40 kesên nûçegihanê DÎHA ya hat girtin Mazlu Dolan jî de ji ber ku heyeta dadgehê bêalî nîne, li hemberî îşkenceya li dijî girtiyan tiştek nekiriye rekirina dadger a hatibû kirin ji aliyê dadgeha jor a 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve nehat qebûlkirin. Di biryara ku hat şandin de tê gotin ku delîlekî heyetê bêalîbûna xwe winda kiriye nehatiye dîtin ji ber vê yekê jî sedemekî ku heyet bê redkirin tuneye.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Di 29'ê kanûna 2016'an de dema ku li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doz dihat dîtin girtiyê bi navê Dilşad Şengul parastina xwe dikir, serokê heyetê bi gotina "dev ji çîrkan berde" parastin qut kiribû û Şengul ji ber ku îtirazî vê yekê kiribû jî ji salonê hatibû derxistin. Li hemberî vî biryarê girtiyan jî nerazîbûn nîşandabûn. Cendirme û polîsên li salonê jî li ber çavên heyeta dadgehê kelepçeya ters li destên girtiyan kiribûn û girtî hatibûn derbkirin, li erdê hatibûn kaşkirin. Parêzerên ku mudaxaleyî vê yekê kiribûn jî rastî heqereta leşker û polîsan hatibûn û gotina "hûn parêzerên terorîstan in, hûn jî terorîst in" bi kar anîbûn.
Piştî bûyerê parêzerên ku ji ber jiyana muwekîlên xwe bi fikar bûn xwestin ji rewşa muwekîlên xwe agahî bigirin, li ser vê yekê jî serokê dadgehê ji cendirmeyan re gotina "biçin binêrin mirine yan sax in" bi kar anîbû ev yek bûbû sedama nîqaşan.
Sibetirê parêzerê Mazlum Dolan, Resul Temur mafê axaftinê girtibû û gotibû heyeta dadgehê mafê parastinê asteng dike, mudaxaleyî êrîşa leşker û polîsan nekiriye, der barê bûyerê de girtek negirtiye, gilî nekiriye û di dozê de bêalîebûna wî nemaye ji ber vê yekê jî daxwaza redkirina dadger kiribû.
Dadgehê ji bo birya bê dayîn dosya ji 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re şandibû.
Dilşad Şengul û girtiyên ku hatibûn derbkirin rakiribûn nexweşxaneyê rapora derbê girtibûn. Parêzeran jî der barê polîs û cendirmeyan de gilî kiribûn.