STENBOL- Hempîşeyên rojnamegerên ku 24 rojan di bin çavan de man û 3 ji wan hatin girtin li hemberî girtinan nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku li Tirkiyeyê heta çapemenî azad nebe demokrasî pêk nayê. Rêxistinên pîşe û kedê peyama "ji bo azadiya havelên xwe em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin" dan.
Rêxistinên pîşe, ked û çapemeniyê li hemberî girtina rojnameger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat nerazîbûn nîşan dan û xwestin rojnamegerên ku hatine girtin bên berdan.
ENGÎN: BAWERIYA JI BO DWLETA DEMOKRATÎK NEMA
Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engîn diyar kir ku rojnamegerên ku 24 rojan li şûna ku bên berdan 3 ji wan hatine girtin û ev yek nîşan dide ku li Tirkiyeyê rojnamegerî bûye sûc. Engîn wiha axivî: "Aliyê herî girîng ê hevalên me yên ku hatine binçavkirin an jî hatine girtin rojnamegerî û vegotina rastiyan e, ragihandina rastiyan, peywira esasî ya rojnamegeriyê bû sûc. Heke vegotina rastiyan, parastina mafê ragihandin bibe sûc li wir gotina 'dewleta hiqûqê ya demokratîk' a di maqûqa bingehîn de baweriya xwe windakiriye."
FARUK EREN: DIVÊ EM LI DIJÎ PÊKÛTIYAN LI BER XWE BIDIN
Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê Faruk Eren jî pêkûtiya li ser rojnamegeran ji 15'ê tîrmehê ve tê û rojnameger bi nûçe û pirtûkên ku tên dîtin ve dixin girtîgehan bi vî rengî tê xwestin bêzar bibin. Eren ji bo mafê ragihandinê li dijî pêkûtiyan banga berxwedanê kir û xwesti hevalên wan ên ku bêhiqûqî hatine girtin bên berdan.
DURMUŞ: HETA ÇAPEMENÎ AZAD NEBE DEMOKRASÎ NAYÊ
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî anî ziman ku 3 hevalên wan hatine girtin û azadiya 3 hevalên wan ên hatine girtin dê bibe parçeyekî azadiya têkoşîna ji bo rojnamegeran tê dayîn. Durmuş destnîşan kir li Tirkiyeyê heta ku rojnameger neyên berdan çapemenî azad nabe, demokrasî nayê û wiha got: "Em wekî rêxistinên pîşeyê ji bo azadiya hevalên xwe heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Bang li gelê xwe dikin ku xwedî li mafê xwe yê ragihandinê derkevin."