STENBOL - Hîndekarên Zanîngeha Marmarayê helwesta YOK’ê ya xwest akademîsyenên ku daxwaznameya “em nabin şirîkê vî sûcî” îmzekiribûn ji peyvira karmendiya dewletê bên derxistin şermezar kirin. Akademîsyenan anîn ziman ku Tirkiye niha di rewşek zirar re derbas dibe û hişyarkirin peywira wan e.
Egîtîm Sena Hejmar 6 a Şaxa Zanîngehan a Stenbolê derbarê daxwaza Lijneya Perwerdehiyê ya Bilin a Zanîngeha Marmarayê ya ku ji bo akademîsyenên daxwaznameya “em nabin şirîkê vî sûcî” îmzekirine ya “Bila ji memûrtiya dewletê bên derxistin” de civînek çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de Serokê Egîtîm Sena Hejmar 6 a Şaxa Zanîngehan a Stenbolê Gorkem Dogan axivî. Dogan, diyar kir ku Rektora Zanîngeha Marmarayê di ji holê rakirina mafên akademîsyenên îmze avêtine de teredut ne kirye û wiha got: “Rektoriyê derbarê lêpirsîn di kîjan astê de ye tu agahîparvenekirine. Lê bitesedufî em hîn bûn ku derbarê 32 akademîsyenên ku li Zanîngeha Marmarayê dixebitin û îmze avêtine bin daxwaznameya ‘em nabin şirîkê vî sûcî’ de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin û komîsyona lêpirsînê derbarê akademîsyenan de pêşniyara cezayê ‘bila ji memûrtiya dewletê bên derxistin’ kiriye. Rektor jî ev biryar di cih de dîtiye û ji YOK’ê re şandiye.”
'EZ NE POŞMANIN KU MIN ÎMZE AVÊTIYE’
Pisporê Hiqûqê Îbrahîm Kaboga da zanîn ku tu bingeha hiqûqî ya biryarê tuneye û wiha pêde çû: “Piştî kesên îmze avêtin bin danezana aştiyê di 14’ê Adarê de parastina xwe kirine. Ji bo me heta 15’ê Tîrmehê tiştek nehatibû kirin. Piştî darbeyê dosya ji nû ve hat destgirtin. Navê ku hişt dosya ni nûve bê destgirtin Prof. Ahmet Gokçen e. Ji bilî vî kesî hemû yên din tên darizandin û bi alîgiriya xwe ya hikûmetê tê nasîn. Ji ber ku min îmze avêt ez ne poşmanin.”
'HIŞYAR KIRINA DEWLETÊ PEYWIRA ME YE’
Civaknas Prof. Dr. Ayşe Durakbaşa jî wiha axivî: “Heyetek ku ji komîsyona hiqûqê pêk tê dê îmze bavêjin bin bêhiqûqiyek wiha û ez vê bawer nakim. Tirkiye niha di rewşek zirar re derbas dibe. Hişyarkirina gel û dewletê peywira me ye. Me bi wan îmzeyan ji dewletê re got ‘zilmê li welatiyan neke’.”