Dozgerên îdianame amade kir li kû ne?

STENBOL - Di doza "KCK'ê" ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin de bersûcên ku îfade dan diyar kirin ku doz binpêkirina mafê siyasetê ye û pirsa "Dozgerên ku îdianame amade kirin li kû ne" kirin.

Doza ku wekî "Doza KCK'ê ya Stenbolê" tê binavkirin û 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Gelek siyasetmedarên ku bêyî girtî tên darizandin bi tespîtkirina nasnameyan ve dest pê kir. Ji siyasetmedaran Husnu Taş di parastina xwe de diyar kir ku çalakiyên ku di îdianameyê de cih digirin yek jî nesûc e.

Piştre Hulya Avşar parastina xwe kir û got ku zimanê wê yê dayikê erebî ye û ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê nikare bi zimanê xwe parastina xwe bike û wiha got: "Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê pirsgirêkên din nayên çareserkirin. Pirsgirêka kurd çareseriyê ferz dike." Avşar destnîşan kir ku îdianameya der barê wan de bi biryarekî siyasî hatiye amadekirin û wiha berdewam kir: "Yên ku ev biryar girtine li kû ne. Dozên Ergenekon, Balyozê hati xirakirin lê dozên me berdewam dike. Ev nîşan dide ku biryarekî siyasî û nihiqûqî ye."

Cimşît Atalay jî wiha got: "Em siyasetekî xwezayî û demokratîk dimeşînin. Ma mafê me yê siyasetê tuneye. Ev nehiqûqiyekî mezin e. Ji bo ku kurd neaxivin, parastina xwe nekin ev îdianame hatiye amadekirin. Êdî kurd ne kurdên berê ne." Atalay da zanîn ku pirtûkên ku ji mala wî hatine desteserkirin bi piranî yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û wiha parastina xwe kir: "Ji bo min fikrên Birêz Ocalan Girîng in. Ji bo siyaseta ku ez bikim jî fikrên birêz Ocalan girîng in." Atalay anî ziman ku gelek nehiqûqî dîtine lê dîsa jî li ser piyan e.

Îrfan Hulaku jî di parastina xwe de wiha got: "Der barê me de biryarekî ku em sûcdar in nîne. Em li girtîgehê dimînin. Hiqûq jibo hemû kesan pêwîst e. Ma darizandinekî ku ji aliyê endamên rêxistina terorê ve hatiye destpêkirin nakeve."

Piştre parastinan doz taloqî 17'ê adarê hat kirin.