EDENE - Zarokên bi navê A.B., R.K.,C.Y, F.K., M.E. û M.A. yên li kawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewatê de birindar bûn, talûkeya tenduristiya wan didome.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewata ku zarokan qawiş dan ber agir de 6 ji girtî, 5 gardiyan bi temamî 11 kes birîndar bûn. 6 zarokên temenê wan di navbeda 14-18 salî ne li qawişê bi şev saet di 23.45'an de nivînên xwe dan ber agir. Şewat di demeke kin de belav bû zarok birîndar bûn. Di şewatê de 3 jê giran 6 zarok û 5 gardiyan birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya TOKİ Numune û Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya zarokên bi navê A.B., R.K.,C.Y. ên sivik birîndar bûn û zakonên bi navê F.K., M.E. û M.A yên giran birîndar bûbûn, didome. Hat îdîakirin ku zarokan li pişt derî nivînên xwe kom kirine û agir berdaye nivînan. Seramîrê gardiyanan Ali Elakilinç jî îdia kir ku deqeyek şûnde çûne cihê bûyerê û zarokan nivînên xwe li pişt derî kom kirine û ji ber agir bi zorê ketine hundir û mudaxale kirine. Parêzerê zarokan Prz. Tugay Bek, jî anî ziman ku ew hêj der barê bûyerê de ne xwedî agahî ne. Parêzer Beg, anî ziman ku ew dê lêkolîn bikin û şopdarê dozê bin.
Zêdebûna polîsan a li ber girtîgehê bal kişand ser xwe.