6 xwendekarên Rektoriyê ew teslîmî polîsan kirin hatin girtin

ENQERE - 6 xwendekarên ku Rektoriya ew zanîngeha Duzce teslîmî polîsan kirin hatin girtin.

Rektoriya Zanîngeha Duzce di 13'ê Çile de bi sedema ku der barê 50 xwendekaran de teblîgat heye ew bangî zanîngehê kirin. Ji 50 xwendekarên ku çûn zanîngehê jê 26 xwendekar teslîmî polisan hatibûn kirin. Polisan ewil xwendekar binçavkirin û piştre bi ser malên wan de girtin. Ji xwendekarên hatin binçavkirin jê 15 xwendekar serbest hatin berdan û 11 xwendekar jî sewqî edliyê hatibûn kirin. Ji 11 xwendekarên sewqî edliyê hatin kirin jê 5 xwendekar bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Heyeta dadgehê jî der barê 6 xwendekaran de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

Xwendekarên ku hatin girtin navê wan wiha ye: Leyla Ateş, Dilan Alver, Rojda Çakmak, Seher Aras, Şehriban Seçkin û Nimet Ozkaya.

Der barê bi dehan xwendekaran de jî biryara binçavkirinê heye.