Ji bo rojnameger Mahallî 7 sal ceza tê xwestin

STENBOL - Der barê rojnameger Husnu Mahallî de bi îdiaya "heqeret li serokomar kiriye" "heqeret li peywirdarên cemaweriyê yên wekî lijneyê dixebitin kiriye" ji salekî heta 7 sal û 4 mehan caze tê xwestin.

Îdianameya ku der barê Husnu Mahallî de bi îdiaya "heqeret li serokomar kiriye" "heqeret li peywirdarên cemaweriyê yên wekî lijneyê dixebitin kiriye" la ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin şandin Dadgeha Cezaya Asliyeyê. Di îdianameyê de der barê Mahallî de bi îdiaya "heqeret li serokomar kiriye" "heqeret li peywirdarên cemaweriyê yên wekî lijneyê dixebitin kiriye" ji salekî heta 7 sal û 4 mehan caze tê xwestin.

Li aliyê din keça Mahallî Sevra Mahallî rojên borî gotibû ke rewşa tenduristiya bavê wê nebaş e.