MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê ye ji doza ku der barê wî de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin de beraet kir.
Doza ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de ji ber axaftina xwe ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema qedexeya derketina derve de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin li Dadgeha Cezaya Giran a Mîdyadê hat dîtin. Parêzerên Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan doz şopandin. Demîrtaş bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bû.
Piştî parastina Demîrtaş û parêzeran heyetê biryara xwe aşkera kir û biryara bereatê da.