Rakel Dink: Werin ewil em hevdu fêm bikin

STENBOL- Hevsera Hrant Dînk, Rakel Dînk li cihê ku beriya 10 salan Dînk hate qetilkirin banga "Werin em li vî welatî tirsa kevakon rakin. Em tiştekî bi kevakon nekin. Wekî ku Çutagemin got: Werin ewil em hevdu fêm bikin" kir.

Di 10'emîn salvegera qetilkirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Hrant Dînk de li ber avahiya TRT'ê ya Harbiyeyê girseya ku kom bûn bi slogana "10 sal in em Hrant in. em ê edaletê bi dest bixin" ve ber bi rojnameya Agosê ve meşiyan. Meşê li ber avahiya TRT'ê di bin dopêça polîsên çewîk de dest pê kir. Girse ya ku qurnefîl girtine destên xwe pankarta "Em ê ji bîr nekin, efû nekin" hilgirtin.

Destur nehat dayîn ku pankarta "Dê dewleta kujer hesab bide" bê vekirin. Hevberdevkê Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu, zimanzam Necmiye Alpay û gelek sazi û dezgeh beşdarî meşê bûn. Di meşê de dowîzên bi kurdî, tirkî û ermenî "Em hemû Hrant in, em hemû ermen in" "10 sal in em Hrant in, em ê edaletê bi dest bixin" hatin hilgirtin û dirûşmên "Biji biratiya gelan" "Kujer dewlet dê hesab bide" hatin berzkirin. Li qadê pankarta "Em bêriya te dikin Ahparîg" hate daliqandin. Li ber avahiya Agosê bi hezaran kesan ji bo bîranîna Dînk find pêxistin û qurnefîl danîn.

Di merasîmê de strana "Sari gelîn" bi ermenkî hate stran û malbat, heval, rojnameger û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Piştre hevseroka Dînk, Rakel Dînk axaftinek kir.

Hin xalên ku Rakel Dînk anî ziman wiha ye:

10 sal. Tam 10 sal. Bêyî te qet nerehet e. Nebûna te, nebûna li cem hevzkiriyê xwe, hele bi planekî namerdî ji bin girtin bi êş e, tijî êş û xemgînî ye.

Ji kesên ku êşa wan 20 sal in, 30-40 sal in berdewam dike re ez niha çi bibêjim? Ji kesên ku zarok dikujin re ez niha çi bibêjim?

10 sal in bêvila min çawa dişewite, rondikên min nanê min çawa şil dike, çiqaş bi xwê ye bi jiyankirinê ev hînî van bûm. Li hemberî kîn û hêrsê çawa li ber xwe didin bi lutfekî serbilindî hîn bûm. Dema ku ez nebûne te difikirim heman gogê agirê bedema min dişewitîne weke ku ez cermê xwe rakim dê agir bifire dibe.

10 sal in çi qewimî. Ax hezkiriyê min. Qatlîama Meletiyê, îskenderun, Sevag Balikçi, Roboskê, bûyerên Geziyê, Pirsûs, Amed, Sûr, Merdîn, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Tahîr elçî, Enqere, 15'ê Tîrmehê, Maçka, îzmîr, Dîlok, Ortakoy, balafirgeh û şerê li Rojhilata Navîn. Operasyon, teror hê çi û çi... Welat vegeriya gola xwînê. Hinekan xwesti bi xwîna mirovan serê xwe bişon. Kabosekî welat dorpêç kir. Mirov ditirsin, nikarin bêhnê bigirin. Şexsiyet di bin piyan de man. Rûmet hatin şikandin, hatin biçûkdîtin.

Dayik weke ku zarokên xwe bidin axê zarokên xwe anîne. Zayînan teşwîq dikin lê kesek parastina jiyana kesên ku ji dayik dibin nafikire. Her roj her şev cînayetên ku tên kirin, cînayetên kar, kuştinên jinan jî jixwe ji cînayetên siyasî nayê hesibandin. Kesek nagire li ser xwe.

Hêza terorê û di bin terora hêzê de ya ku dibe dîsa tê serê gelan. Kî çi dibêje tiştên ku tê serê me naguherîne. Terora ku dewlet dibêje min li dijî terorê vekiriye jî derdikeve heman cihê. Ev dewlet rojekî li Ebû Gureybê dibe Amerîka, roja din li Helebê dibe Rûsya, rojekî li Başûrêrojhilat dibe Tirkiye, sibetirê li dijî muxalîfan Sûreye... Rojekî bayê ku ji bakur tê zeviya mirinê diçine, rojekî ya ji başûr tê... Yên ku berhemên bi lenet kom dike jî dîsa em in, dîsa gel e... Cenazeyên zarokan li peravên me dixin... Ma ji vî wêdetir heye?

Ey erd û asîman... Ey çiya û derya... Rabin bibin şahid. Hûn bibin şahidê xwîna ku dikeve li ser vî axê. Ji ber ku mirov bêdeng bûn, hatin bêdengkirin. Mirin, hatin kuştin. Hêza ku şînê bigire menaye. Zordarî û hovîtiyên ku tên kirin sînor derbas kirin. Aqil sekiniye, aqil hatin tunekirin.

Rabin çiya, derya, erd û asîman... Hûn bibin şahid. Hûn bibin şahidê dîrokê û îro. Hûn bibin şahidên giranbûna gunehan, pirbûna cînayetan, vemirandine jiyanan. Hûn bibin şahidê lîstikên Îblîs ên bi dawî nabe, derew û bêperwatiyên bi dawî nabin. Hûn bibin şahidê yên ku edaletê berovajî dikin.

(...)

Dostên hêja. Ev 10 sal in em bihevre ne. me gotibû di êşê de em bûne xizm. Me çîrokên xwe vegot. Guhdar kir. Tenê bihevre jiyankirin na biwekhev û şadî jiyankirin girîng e. Û bi rûmet û azad jiyankirin. "Werin em li vî welatî tirsa kevakon rakin. Em tiştekî bi kevakon nekin. Wekî ku Çutagemin got: Werin ewil em hevdu fêm bikin" kir.