ŞIRNEX - Doza Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken hat taloqkirin. Baluken îdianemeya ku wî di gotinên xwe da gotiye: "Kurdistan Kurdistan" qebul nekir û tahliya xwe xwest.
Rûniştina doza Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Silopiyayê hat dîtin. Baluken bi SEGBİS'ê ji girtîgeha Kandirayê tevlî dozê bû. Li eywana dadgehê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan İrmez, Endama Meclîsa HDP'ê Nuran İmir, endamên HDP'a Silopiyayê û parêzerên Baluken amade bûn.
Dozgerê bi tenê hevokekê îdianameya Baluken xwend û pirsa te 5 sal berê di axaftina xwe ya Silopiyayê de got: 'Kurdistan, Kurdistan, PKK û KCK" ji Baluken kir. Piştî wê pirsê Baluken dest bi parêziya xwe kir.
Baluken, da zanîn ku ew hîn jî parlementer e û mafê wî yê destnedayînê hîn jî berdewam dike û wiha got; "Girtina min û hevalên min yên din hemû siyasî ye. Îdianamaya ku hatiye amadekirin tenê ji hevokekê pêk tê. Ew jî ne hevok e peyvek e. Ez Parlementerê HDP'ê me ji ber peywira xwe ez parlementerê hemû Tirkiyeyê me. Dema duh li Meclîsê nav hatin xwendin divê ez li wir bûma. Cihê min ne girtîgeh e parlementoya Tirkiyeyê ye."
Baluken, di berdewamiya axaftina xwe de got, berpirsiyarê pêvajoya niha dadgeh e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ê mafê xwe yê siyasî li hemû deran bipirsin. Akortkirina ku li Meclîsê hat kirin tenê destnedayîna me hatibû rakirin biryara girtina me nebû. Cihê min û hevalên min ne girtîgeh e parlementoya Tirkiyeyê ye. Divê ew derhuqûqî ji aliyê heyeta dadgehê ve bê sererastkirin. Em bi salan e dibêjin operasyona KCK'ê operasyonek siyasî ye. Di wê operasyonê de gelek hevşaredar û siyastmedar hatin girtin. Lê wê demê pêwajoyeke aştiyê hebû. Rayedarên dewletê serokwezîr û serokkomarê wê demê jî ji wê pêvajoyê agahdar bûn. Lê dîsa gelê kurd hedef girtin û di bin navê oprasyona KCK'ê degelek kes girtin."
Baluken diyar kir ku, 5 sal berê li her bajarê kurdan ên Tirkiyeyê şahî û çalakiyên cuda cuda ji bo gel hatin amadekirin. Wê demê jî kesên ku tevlî van çalakiyan dibûn di derheqê pêvajoya aştiyê de agahî didan gel û wiha domand: "Em wê pêvajoyê li ser navê partiya demokratîk wek parlementerên partiyê tevlî çalakiyên ku hatin amadekirin dibûn. Ez jî tevlî gelek wan çalakiyan bûm û min û hevalên xwe li ser pêvajoya aştiyê diaxivîn. Ew jî mafek siyasî bû. Min li koma aştiyê de jî cih girtiye. Ji bo çareseriyê jî me cih li gelek maqamên dewletê girtin û hevdîtin pêk anîn."
Baluken balê kişand ser xalên ku pê hatine girtin û wiha axaftina xwe domand: "Di îdianemeyê de axaftina min a sala 2011'an li ber avahiya HDP'ê ya Silopiyayê kiriye wek xalek a sedama girtina min hatiye nîşandan. Îdianameya ku hat amadekirin jî wek min dirûşme avêtine hatiye amadekirin. Weke her siyasetmedarekî/ê di wê axaftina xwe de ez siyasî axiviye. Axaftinên ku min li Silopiyayê kirin, min li Parlementoya Tirkiyeyê jî gelek caran kiriye. Di îdianameyê de gotina hatina wî ya Silopiyayê bûye sedema pêvçûnan. Lê piştî hevdîtina me ya Silopiyayê tu pevçûn derneketin. Piştî ku hevditina me ya bi gel re qediya, 5 sal berê ez û hevalên xwe çûn serdana şaredariyê. Ji ber ku hevşaredarên me yê wê demî hatibûn girtin. Ez wê sûçî qebûl nakim û daxwaza min ew e ku ew roj ji aliyê Mudûriyeta Polîsan a wê demê ve were lêkolîn kirin."
Baluken herî dawî got, ew tu sûcên der barê wî de tên nîşandan qebûl nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Ev sûcên ku der barê min de hatine amadekirin nayên qebûlkirin. Dema min ew axaftin kir Parlementerê Şirnexê yê wê demê Hatip Dicle jî li wir bû ew dixwazim ew jî şahidiya wê rojê bike. Di wê çalakiyê de tiştek bi tu kesî nehatibû. Di îdianameyê de hatiye gotin ku piştî wê çalakiyê bûyer qewimîne. Lê tu tişt neqewimîn. Divê ji bo rastiya wê rojê lêpirsîn bên dest pêkirin. Ez van sûcan qebûl nakirm.
Piştî Baluken parêzerê wî parêzî kirin û xwestin Baluken bê tahliyekirin.
Piştî dozê heyeta dadgehê biryara taloqê da. Rûniştina dozê taloqî 17'ê Adarê hat kirin.