Hevserokê DBP'a Silopiyayê hat girtin

ŞIRNEX - Hevserokê DBP'a Silopiyayê Mahmut Yildizgorer bi hinceta "endamê rêxistinê" hat girtin.

Hevserokê DBP'a Silopiyaya Mahmût Yildizgorer ê ku duh li Taxa Dîcle ya navçeya Silopiya ya Şirnexê tevî 4 welatiyên ku navên wan nehatin zanîn hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li Muduriyeta Polîsan a Silopiyayê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriya Silopiyayê bi daxwaza girtinê Yildizgorer sewqî dadgehê kir.

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Silopiyayê bi hinceta, "endamê rêxistinê" biryara girtina Yildizgorer da.

Hate hînbûn ku, Yildizgorer birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.