ENQERE - Parlamentera serbixwe Aylin Nazliaka xwe li kursiya meclîsê kelepçe kir.
Di 2'emîn tûra niqaşên guhertina xalên Qanûna Bingehîn de Parlamentera serbixwe Aylin Nazliaka xwe li kursiya meclîsê kelepçe kir. Nazlıaka li kursiya meclîsê axivîe û ji wekîlên MHP'ê xwest dengê "Na" bikar bînin. Piştî Nazlikaya xwe kelepçe kir wekila Seroka Meclisê Ayşenur Bahçekapili 10 deqîqe navber da niqaşan. Parlamenterên CHP'ê hewl didin ku Nazlikaya îkna bikin.
Piştî Aylin Nazliaka çalaki pêk ani parlamenterên AKP'ê êrîş kirin. Parlamenterên AKP'ê êrîşî Nazliaka kirin û pevçûn derket. Di pevçûnê de Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan û Parlamentera CHP'ê Şafak Pavey birîndar bûn. Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan rakirin revîrê. Di bûyerê de Parlamentera CHP'ê ya Denizli Melike Basmaci jî destê wê eciqî. Piştî bûyerê navber dan rûniştinê.