AMED - Li navenda bajarê Amedê polîs rastî êrîşa çekdarî hatin. Hat îdîakirin ku ji êrîşkaran yek jê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bûye.
Li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê polîs rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrişa çekdarî ya li Sîteya Toptanciyan de pevçûn derket. Hat zanîn di erîşê de ji polîsek birîndar bû û şer derket. Li aliyê din jî hat îdîakirin ku kesên êrîş kirine yek jê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Piştî bûyerê kolan û kuçeyên ku bûyer lê pêk hat li trafîkê û çûn û hatinê hat girtin.