'Şewata li girtîgehê dişibe întiharê'

EDENE - Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek piştî şewata li Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê derket çû girtîgehê, lê nehiştin hevdîtinê bi zarokên li qawîşa şewat lê derket çêbike. Bek wiha got: "Li nêvengeke girtî zarokên hatine hepskirin, bi nivînên li derî hatine bicihkirin şewat derxistine, a rast ev bi awayekî întihar e. Divê şert û mercên ku zarok ber bi vê ve birine baş bên lêkolînkirin."

Di şewata şeva çûyî ya li Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de 3 jê giran 6 zarok û 5 karmendên parastina înfazê birîndar bûbûn. Li nexweşxaneyê piştî tedawiyê 3 karmendên parastina înfazê hatin tabûrcûkirin. Piştî bûyerê, Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek çû girtîgehê. Bek diyar kir ku, wî bi zarokên ku li qawîşa şewat lê derketiye hevdîtin çênekiriye, lê wî bi girtiyên li qawîşên din re hevdîtin çêkiriye. Bek anî ziman ku, wî daxwaza hevdîtina bi îdareya girtîgehê re kiriye, lê belê hevdîn çênebûye.

'EM DIXWAZIN BÛYER RONÎ BIBE'

Bek ragihand ku, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê têkildarî mijarê agahî dane Serokê Baroya Edeneyê û got, agahdarî ne hûrguliyane bûye û anî ziman ku, wan wek baroyê daxwaza agahdariyeke hûrguliyane kiriye. Bek wiha axivî: "Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê got ew nikarin agahî bidin, di vê mijarê de kesê di agahdarkirinê de xwedî raye ye tenê Serdozgeriya Komarê ye. Me ev xusûs ragihand Serokê Baroyê. Em dixwazin bûyer ronî bibe. Em dixwazin lêpirsîneke şefaf bê meşandin."

'EM SEDEMA BÛYERÊ NIZANIN'

Bek anî ziman ku, girtiyên li qawîşa şewat lê derketiye ji ber dosyeyên edlî tên ragirtin û wiha got: "Tê gotin ku, zarokan qabloyên ceryane di hev dane, agir bi caw xistine û bi vî awayî nivîn dane ber agir. Der barê sedema bingehîn a şewatê de agahiyek tune ye. Her wiha nayê zanîn ku, bê çend deqîqe mudaxileyî şewatê hatiye kirin jî. Tê îfadekirin ku, zarok ji ber duxana zêde birîndar bûne û her wiha nayê zanîn ku, zarok şewitîne yan na. Her wiha xetereya jiyanî ya 3 zarokan jî didome. Em dixwazin bi hemû hûrgiliyên xwe bûyer ronî bibe."

'ZAROK BI MALBAT Û PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTIN PÊK NEANÎN'

Bek, diyar kir ku hayê girtiyên zarok û yên mezin ji bûyerê tune bûye, hin ji wan ji TV'yan, hin ji wan ji ber bêhna şewatê û hin ji wan jî ji ber dengê ambulansan hay ji şewatê çêbûye. Bek anî ziman ku, temê zarokan di navbera 14-18'an de ye û her wiha zarok bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin çênekirin û wiha domand: "Em nizanin bê zarok li ser daxwaza û mebesteke çawa ev çalakî pêk anîne. Ji bo vê lêkolînkirin û aşkerekirina vê xusûsê agahiyên îdareya girtîgehê têr nakin. Em dixwazin ji devên kesê yekem vê bûyerê bibihîsin."

'DIVÊ ZAROK BI AWAYEKÎ GIRTÎ NEYÊN DARIZANDIN'

Bek anî ziman ku, xwestiye bi zarokên ku di bûyerê de birîndar bûne hevdîtinê pêk bîne û got, ew baş nizanin bûyer çawa qewimiye û wiha axivî. Bek ê got, "Li nêvengeke girtî zarokên hatine hepskirin, bi nivînên li derî hatine bicihkirin şewat derxistine, a rast ev bi awayekî întihar e" diyar kir ku, divê şert û mercên ku zarokan ber vê rewşê ve biriye baş bên lêkolînkirin. Bek anî ziman ku, heman girtîgeh berê jî bi îdiayên îşkenceyê ketiye rojevê û xwest dawî li muesseya girtina zarokan bê û wiha got: "Divê zarok bi awayekî girtî neyên darizandin."