ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 120'an de çalakî pêk anî û ji girtiyên nexweş re azadî xwest.
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Kolana Yukselê ya Enqereyê ji bo girtiyên nexweş di hefteya 120'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Endamên Înîsiyatifê kom bûn û siloganên "Bijî berxwedana zindana" û "Bila zindan bên girtin, ji girtiyan re azadî" berz kirin. Li ser navê Înîsiyatifê Selahattin Gider, diyar kir ku di 9'ê mijdarê de 20 girtî hatin sirgûnkirin û hêj agahî j wan nayê girtin. Gîder, bilêv kir ku pişti OHAL hat îlankirin û şûnde li girtîgehan zext gelek zêde bûne. Gider, anî ziman ku Levent Cin ê 20 salin girtîye ji Girtîgeha Merdînê sirgûnî Gîresûnê hatiye kirin û wiha got: "Kurê Lewent Hogir Cin got 'Ez ji jiyana bavê xwe bi fikar im. Dibe ku bavê min û hevalên wî li wir bikujin' û fikarên xwe anîn ziman. Der barê girtiyan de bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin.
Gider ji bo girtiyên nexweş wiha daxwazên xwe rêz kir: "Bila mafê girtiyan ê tenduristî û ewlehiyê bê dayîn. Bila girtî bê kelepçe bibin nexweşxaneyê. Bila 24 saetan li girtîgehan doktor û ambulans amade be. Bila girtiyên ku nexweşiyên wan giran be li derve bên dermankirin."