ERZIROM - Li Xinisê, Serhat Akduman ê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, li ser civaka medyayî parvekirina wî ya nîşeya "DAIŞ'a Barbar" û vîdeoya ciwanên ku bi cilûbergên herêmî govendê digerînin wek unsûrên sûcî hatin hesibandin.
Li navçeya Xinisa Erziromê, Serhat Akduman (19) ê di 5'ê Çileyê de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê, derket holê ku bi hincetên skandalî hatiye girtin. Akduman li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyê têkildarî sivîlên li Cizîrî hatin kuştin bi nîşeya "Ji wehşeta jêrzemînê ya Cizîrê dîmen. DAIŞ'a alçax vê dike, bila bigihîje her kesî" parvekiribû û ev wêne wek sûc û "Wêneyê aidî endamên terorê yên hatine kuştin" hat nirxandin
JI BER KINCÊN DÎMENÎ BI 'ENDAMTIYA RÊXISTINÊ' HAT TAWANBARKIRIN
Şal û şepik û şemil jî wek unsûrên sûcî hatin hesibandin. Ji bo dîmenên ku tê texmîn kirin Akduman di 4'ê Tebaxa 2015'an de dema ciwan bi kincên gelêrî govendê digerînin kişandiye wiha hat gotin, "Vîdeoyê ku jinên bi kincên rêxistina terorî PKK-KCK'ê govendê digerînin û li stuyê hinan jî afîşên rêxistina terorî hene hat dîtin" û hat îdiakirin ku ev dîmen sûc teşkîl dikin. Ji ber van parvekirinan hat parastin ku Akduman "Endamê rêxistinê" ye.
GOTINA ‘DAIŞ'A BARBAR' SÛC E!
Akduman di hesabê xwe yê medyaya civakî de wêneyê hevalê xwe yê zarokatiyê Hakan Aydin ê dema di nav refên YPG'ê de li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, parvekiribû û ev wêne jî sûc hat hesibandin. Akduman li ser hesabê xwe yê Facebookê bi nîşeya "Hevalê me Hakan Aydin ê di nav refên YPG'ê de, dem li dijî 'çeteyên barabr' DAIŞ'ê şer dikir di 29/12/2015'an de şehîd ketiye. Bila serê me sax be. şehîd Namirin, helbet hûn ê rojekê hesab bidin" wêneyê aîdî Aydin parvekiribû û ev parvekirin jî wke unsûra sûcî hat hesibandin.