Hûnermendên kurd ji bo kongreya neteweyî bang kirin

AMED - Hunermendên kurd, ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd demildest pêk bê diyar kirin ku êdî pêwîste kurd ziman, çand, siyaset û hemû nirxên xwe di bin banekî de kom bikin û xwest her kurd ji bo yekîtiyê bixebitin.

Hunermendên kurd ên li Amedê ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bicivin banga yekîtiyê kirin. Hunermendan xwestin kurd hemu xebatên xwe yên ziman, çand, siyaset û dîrokê di bin baneyekî de kom bikin. Hunermendan xwestin her kes ji bo yekîtiyê têbikoşe.

Hunermend Mesut Gever diyar kir ku hêz û dewletên desthilatdar ji dema mîrîtiyên kurdan heta niha dixwazin nakokiyê di nav kurdan de çêbikin û wiha got: "Heta niha ji bo ku yekîtiya kurdan pêk were gelek hewldan çêbûn. Lê li gel hemû hewldanên yekîtiyê jî ev yekîtî pêk nehat." Gever anî ziman ku îro li tevahiya Kurdistanê têkoşîna bi dehan salin ji bo azadiya Kurdistanê û netewebûna kurdan firsendek dîrokî ye û wiha axivî: “Di şerê li Rojhilata Navîn de tê meşandin sekna gelê kurd girîng e. Heke kurd bibin yek wê serkêşiya vê pêvajoya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kurd bikin. Kurd çiqas yekîtiya parastina kurd û Kurdistanê ava bikin wê kurd di vê çarçoveyê de bêtir nêzî yekîtiya xwe bibin.”

‘TUNEBÛNA ZIMANÊ HEVPAR MIJARA REXNEDAYÎNÊ YE’

Gever bal kişand ser zimanek hevpar a di navbera kurdan de û wiha domand: “Em ji çapemeniya kurd bigirin heta hunermend û partiyên siyasî yên kurdan di vê demê de ferz e ku zimanek hevpar ê ji bo yekîtiya kurdan bikar bînin. Lê mixabin divê em rexnedayîna xwe bidin heta niha zimanek me yê hevpar tune bûye. Ji bo yekîtiyê zimanekî me yê bi kêmasî heye. Pêwîste hunermendên kurd ji bo yekîtiya kurdan bêtir xebatên xwe bidin meşandin û di nav xwe de pirek ava bike. Geşedanên em îro di nav de ji bo gelê kurd şansek mezin e. Heke em vî şansî winda bikin, em ê sedsalê din jî li paş bikevin.”

‘BANGA KONGREYA NETEWÎ GIRÎNG E’

Gever nêrîna şexsî ya partiyên kurd jî rexne kir û wiha pê de çû: “Pêwîste herkes li banga yekîtiyê ya tevgera azadiyê baldar be û piştgiriyê bide vê banga kongreya neteweyî. Divê hemû afirandina kurdan jî li ser yekîtiyê be. Ciwanên gelê kurd çiqas ku li hember dijminê xwe şer dikin, lazim e li dijî nakokiyên di navbera kurdan jî helwesta xwe zelal bikin û pêşengiya yekîtiya kurdan bikin. Kurdistan mala me ye, dibe ku mirov di mala xwe de rojê sed şer, gilî û gazinan ji hev bike lê dema em derkevin pêşberî neyarên xwe pêwîste em xwe bikin yek û li dijî wan ferasetan şer bikin. Dema ku yekîtiya me hebe wê demê dê neyarên me jî ji me bitirsin.”

‘DIVÊ BAŞÛR HIN BÊTIR HIŞYAR BE’

Gever da zanîn ku ji bo yekîtiya kurdan herî zêde barek dikeve ser milê Başûrê Kurdistanê jî û got: “Divê partiyên me yên li başûrê Kurdistanê hin bêtir ji bo yekîtiya kurdan hişyartir bin. Heke ku perçeyek Kurdistanê bişewite, wê tevahiya Kurdistanê bişewite. Divê heya me ji vê yekê hebe. Pêwîste her ferdek kurd ji bo yekîtiya neteweyî zêdetir bixebitin û çi bikeve ser milê wan bikin.”

‘EM XEYALA WAN PÊK BÎNIN’

Hunermend Azad Bedran jî daxuyaniyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdan bibîr xist û wiha got: Berî her tiştî dema behsa tifaqa kurdan tê kirin, divê mirov ji banga brêz Abdullah Ocalan a ji bo kongreya neteweya kurd bigire dest. Çima Brêz Ocalan wisa girîngiyê dide yekîtiya kurdan, ji bo ku bi sedsalan e kurd ne hatine cem hev. Cihekî ku em ê biryarek gitşî bidin tune ye. Em hemû perçe perçe ne. Dema kongreya neteweyî pêk were wê ev perçebûn hemû têk biçe. Dema ku yekîtî û tifaqa kurdan çê bibe, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî wê kes nikaribe li ser navê kurdan hesaban bike û biryaran bide. Wê demê ew ê xwe bi xwe biryarên xwe bidin û birêve bibin. Yekîtiya kurdan dê hemû lîstokên qirêj vala derbixe. Divê gelê kurd dev ji nîqaşên biçûk berde û li ser yekîtiya kurdan nîqaşan bike û bingehê ava bike. Ji ber ku yekîtiya me ya neteweyî nîne, êdî wisa bûye her parçeyek bi çanda wê dewletê dijî û li gorî çanda wan difikire. Divê ku em xewn û xeyalên Mele Mustafa Barzanî, Qazî Muhamed, Seyît Riza, Şêx Seîd û Serok Apo ya yekîtiyê em pêk bînin. Eger ku em vê yekîtiyê pêk bînin em ê wê de dikaribin di bin sîwanekî neteweyî de de behsa azadiyê bikin.”

‘WELATEK DEMOKRATÎK Û AZAD LAZIM E’

Hûnermend Farqîn jî destnîşan kir ku divê demek zûtirîn kurd ji bo welatekî demokratîk, azad û hemû kesên li Kurdisanê dijîn xwe tê de îfade bikin yekîtiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Lê dema mirov lê dinêre her parçeyek Kurdistanê bi awayekî din difikire ev jî li pêşiya kongreya neteweyî dibe asteng. Ya din jî bi taybetî welat û pergalên desthilatdaran nahêlin ku kurd bên cem hev û yekîtiya xwe ava bikin. Divê ku rêxistinên kurdan bên cem hev û ji bo kurd û Kurdistanê gavan biavêjin û karekî bikin. Em wek hunermendên kurd di sedsala 21’emîn de Kurdistanek parçe parçe naxwazin. Kurdistanek di bin darê dagirkeran de be û darê wan li ser serê me be û ew çi bêjin em wek bikin naxwazin. Divê em xwe ji vê yekê rizgar bikin. Heke ku li dijî van gav bên avêtin wê demê kes nikare kurdan tune bihesibîne.”

‘ZIMAN Û HUNEREK NETEWÎ PÊWÎSTE’

Hunermend Farqîn bilêv kir ku gelê kurd qetliyamên li ser serê xwe nebîne dê sed salên din jî bi boneya yekîtiyê li paş bikeve û ev bang kir: “Divê kurd dev ji berjewendiyên şexsî berdin û li gorî neteweyîbûna kurdan bixebitin û zimanê xwe jî li ser esasên yekîtiyê ava bikin. Pêwiste zimanek hişk li hember hev axaftin dev jê bê berdan. Em ji pêşeng, serok û partiyên kurdan rica dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî gav biavêjin. Pêwîste ku hunermendên kurd hemû ji bo yekîtiya kurdan bên cem hev û hûnera xwe ji bo yekîtiyê biafirinîn û bi zimanê yekîtiyê biaxivin.”

Bîlal Guldem - dîhaber