NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, di civîna Xweser Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê de destnîşan kir ku hikûmeta AK Partiyê bi polîtîkayên li Îmraliyê gefê kurdan dixwe û got: "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd divê Kurd bi hevre têbikoşin."
Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê (TJK-Rûsya) bi dirûşma "Her tişt ji bo Ocalan" dest bi kampanyayekê kir. Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê di Di çarçoveya kampanyayê de li Komara Xweser Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê civîneke gel hate lidarxistin. Ji bajarên Adigey û Krasnadarê zêdeyî sê sed Kurdistanî tevlî civînê bûn. Endama TJK-Rusya Fatma Arîn di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku ew ê li gelemperiya Rûsyayê "Civînên ji bo Ocalan" lidar bixin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî li civînê axivî û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bûyerên li Kurdistanê û Tirkiyeyê diqewimin, nirxand. Dîlek Ocalan pêvajoya heyî ya li Tirkiyeyê weke 'rojên tarî' bi nav kir û destnîşan kir, ku di serî de gelê Kurd wê hemû hêzên demokrasiyê li dijî hovîtiya tê kirin li ber xwe bidin.
'AKP BI POLÎTÎKAYÊN ÎMRALIYÊ GEFAN LI KURDAN DIXWE'
Dîlek Ocalan da zanîn, hikûmeta AKP'ê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkaya îşkenceyê dimeşîne û got: "Bi polîtîkaya şer a li dijî Birêz Ocalan dike, gefê li me dixwe. Dixwaze Kurdan teslîm bigire."
Dîlek Ocalan wiha dewam kir: "Kurd di nava vê pêvajoyê de ji bo Rêberê xwe seferber bûn, dest bi çalakiyan kirin û ketin grevên birçîbûnê. Piştre dewlet neçar ma deriyên Îmraliyê veke."
'DI 1915'AN DE ANÎN SERÊ ERMENIYAN NIHA DIXWAZIN BÎNIN SERÊ KURDAN'
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku ji roja hevdîtina dawî ya bi malbatê re ew nikarin ti agahiyê ji Rêberê PKK’ê bigirin û got: "Bi dehan xebatkarên me hatin kuştin, bi hezaran hevalên me hatin girtin. Dewlet dixwaze Sûr, Cizîr, Silopiya û herêmên mîna wan ên xera kiriye, veguherîne qereqolê. Bi pêkanînên Rewşa Awarte re hikûmeta AKP'ê her şêwe çalakî, meşan qedexe dike û êrîşî hebûna gelê Kurd dike. Di sala 1915'an de çi bi serê civaka Ermenî hatibe anîn, hikûmeta AKP'ê jî dixwaze di sala 2017'an de bîne serê Kurdan. Lê belê em ê ji têkoşîna xwe tawîzê nedin û gavekê jî venagerin."
'DIVÊ KURD JI BO AZADIYA OCALAN BIBIN YEK'
Dîlek Ocalan destnîşan kir, ku bi qasî Kurdên li welêt, girîng e Kurdên li derveyî welat jî di vê pêvajoyê de bibin yek û got, "Em di pêvajoyeke tarî de ne. Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me herî zêde bi yekîtiyê û têkoşînê heye. Divê em çand, ziman û nirxên xwe biparêzin. Em bawer in, azadiya me Kurdan bi azadiya Birêz Ocalan dibe." Ocalan herî dawî pêşengiya jinên Kurd di berxwedanên Rojava û Bakurê Kurdistanê bibîr xist û got, "Em ê bi heman rih û biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."
Civîn bi dirûşmên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.