AMED - Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran ji Girtîgeha Tîpa E ya Amede sewqî Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hat kirin.
Hevşaredara Pasûrê ya Amedê Sadiye Suer Baran a ku li navçeyê 2 caran hate binçavkirin û di 6'ê çileyê de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê" hate girtin ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hat kirin. Hate hînbûn ku Baran serê sibehê birine Rihayê.
Rojên borî jî ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 25 jinên girtî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatibûn kirin.