Serokê Baroyê Timur: Em neçarin li dijî mirinan rawestin

WAN - Serokê Baroya Wanê Murat Timur, bal kişand ser kuştiyên di pêvajoya OHAL'ê de û wiha got: “Em mecbûrin li dijî van kuştinan rawestin û destur nedin mirov bên kuştin."

Baroya Wanê bi parêzer û xebatkarên çapemeniyê re civîna bi taştê pêk anî. Di civînê de Seroke Baroyê Murat Timur, ewil Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li ber mînareya çarling a Sûrê hat qetilkirin bibîr anî û wiha got: “Ji xwe berî hewldana 15'ê Tîrmehê li herêmê rewşa awarte hebû. Berî OHAL'ê yek ji mirovên tekane ku bi zorê digêje parazvanê mafê mirovan Tahir Elçi hat kuştin. Piştî kuştina Elçî kêmaniyek mezin xuya bû. Bi salan li herêmê OHAL hat îlankirin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê dîsa OHAL li hemû welat belav bû. Bi OHAL'ê re êş qat bi qat mezin bûn û belav bûn. Me çawa pêvajoya aştiyê parast û me piştgirî da, em bi heman rengî li dijî darbeya 15'ê tîrmehê jî radiwestin. Lê bi îlana OHAL'ê û derxistina biryarên KHK'ê zêdeyî 40 hezar mirov hatin girtin. Bê hêjmar karmen ji kar hatin dûrxistin. Lê dîsa çi dibe bila bile ji bo aştî û aramî pêş bikeve çi ji destê me bê em dê bikin. Armanca me parastina bawerî û rengê civakê ye. Em neçarin li dijî van mirin û kuştinan rawestin û destûr nedin mirov bên kuştin."