Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar hat berdan

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Başaran, li mêvanxaneya Egîtim Sen'ê ya Enqereyê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hat berdan

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Ayşe Acar Başaran hate binçavkirin. Başaran a ku ji bo nîqaşên pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn li Enqereyê ye li Mêvanxaneya Egîtîm Sen'ê dima. Polîs serê sibehê çûn mêvanxaneyê û bi hinceta ku der barê Başaran de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve biryara bi zorê anînê heye hate binçavkirin.

Başaran ewil birin Mid3uriyeta Emniyetê ya Enqereyê û ji wir jî birin Edliyeya Enqereyê. Piştî ku li edliyeyê Başaran di çarçoveya lêpirsîna ku hatibû vekirin de îfade da hat berdan.

LÊPIRSÎNA MERTALÊN ZINDÎ

Hate hînbûn ku Başaran ji ber ku di îlona 2015'an de li navçeya Sasonê ya Êlihê tevlî çalakiya mertalên zindî ya ji bo rawestandina operasyonan bûye hatiye binçavkirin.

Li Sasonê di 19'ê îlona 2015'an de 83 kes di çalakiya mertalên zindî de hatibûn binçavkirin. Ji wan 57 kes hatibûn berdan û 28 kes jî hatibûn girtin. 26 kesên hatibûn girtin jî di 21'ê îlona 2015'an de hatin berdan. Doza 83 mertalên zindî berdewam dike.