SEMSÛR - Li Semsûrê herêma gundê Akçali yê Elewiyan ji aliyê balefiran ve hat bombebarankirin. Ketin û derketina herêmê hat qedexekirin.
Li gundê elewihan Akçali yê ku di navbera herêmên ku di 12-26’ê mehê de ji aliyê Walîtiya Semsûrê ve wekî “herêma ewlehiya taybet” hat îlankirin de dimîne ji aliyê Tevgera Taybet a Cendirmeyan û Tevgera Polîsên Taybet ve operasyona bi piştgiriya hewayî hat destpêkirin.
Di operasyona ku ji aliyê Fermandariya Herêna ya Cendirmeyên Edeneyê ve hat destpêkirin de, balefirên F-16 ên ji 8’emîn Fermandariya Jet a Amedê rabûn, herêma Akçaliyê bombebaran kirin. Piştî bombebaranê helîkopterên Skorsky polîs û leşker danîn herêmê.
Operasyona ku bi piştgiriya helîkopterên Kobra jî didome, hemû riyên ku diçin herêmê hatin girtin û destûr nayê dayîn ku kesek bikeve herêmê.