EDENE - Li Edene û Manîsayê di serdegirtina malan de 13 kes hatin binçavkirin. 3 kesên berê hatibûn binçavkirin jî hatin girtin.
Polisan sere sibê li Edene û Manîsayê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Serokê Şaxa Çanda Hacı Bektaşi Velî Kemal Çelik, xwînerê Rojnameya Ozgur Gelecek Emin Burak Turer û Cuma Çiçek, Baran Şahin û Şiyar Yagiz binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Bajar ji wir jî birin Fermandariya Cendirmeyan a Çukurovayê.
MANİSA
Li Manîsayê jî polîsan bi ser gelke malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 8 kes binçavkirin. 8 kesên hatin binçavkirin û navê wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Manîsayê. Li aliyê din Li navçeya Salihlî ya Manîsayê jî 3 kesên di 10'ê Çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin girtin û şandin girtîgehê.