ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Hurşît Çetîn ê li Girtîgeha Alîaga Şakranê dimîne di nameya ku ji ÎHD’ê re rêkiriye de diyar kir ku li şûna dozger lêpirsîna girtiyan bide meşandin leşker vê yekê dikin.
Girtiyê bi navê Hurşît Çetîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Alîaga Şakran a Îzmîrê dimîne, nameyek ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) re şand û diyar kir ku di çerçoveya qanûna bingehîn û qanûnên girêdayî wê de li şûna dozger lêpirsîna girtiyan bide meşandin leşker vê yekê dikin.
‘PÊKANÎNÊN CUNTAYÊ DI DEWRÊ DE NE’
Di nameyê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Şakranê pêkanînên cuntayê ketine dewrê û ev tişt hatin gotin: “Îfadeyên ku divê bi riya dozger bên girtin, leşker îfadeyan digirin. Li girtîgeha ku em lê dimînin di sala 2017’an de êdî peywira dozgeran leşkeran girtiye ser milê xwe. Ev mînak tenê rewşa ku em dijîn dide xuyakirin. Gelek girtî pirsgirêkên tendirûsiyê dijîn lê sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Ligel ku me ev pirsgirêkên xwe ji cihên pêwîst re gotine , şîkayet kirine jî ne hatine çareserkirin û her ku diçe rewş girantir dibe.”
PIRTÛK Û NAME NAYÊN DAYÎN
Çetîn, bi lêv kir ku li Girtîgeha Şakranê li qawişên 14 kesî de 18 kes dimînin, pirtûkên ji derve tên nayên dayîn, name û kargoyên tên nadin wan.
Yek ji peywirên girtîgehê ku me bi telefonê xwe gihand ê û nexwest navê xwe bêje da xuyakirin ku telefonên wan tên guhdahkirin û wiha axivî: “Ji bo pirsên wiha li me negerin ezê derbarê vê mijarê de bersiv nedim we. Ez ne mecbûrim bersiv bidim we.”