STENBOL - Rojnameger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat, ku 3 roj berê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrisê ji wir ji sewqî Girtîgeha Tîpa L a Silivriyê kirin.
Di 18'ê Çile de ji 6 rojnagerên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û 24 rojan di bin çavan de man Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rojnameger Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî serbest hatin berdan. Rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat ku şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrisê ji wir ji sewqî Girtîgeha Tîpa L a Silivriyê kirin.
Parêzerê Mahir Kanaat û Tunca Ogreten Ali Deniz Ceylan diyar kir ku îro muwekilên wan sewq kirin.
Rojnameger bi hinceta maîlên wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên di Redhackê de hatibûn weşandin parvekirin hatin darizandin.