STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, bi armanca bertek nîşanî pêkanînên keyfî bidin, ev 3 rojin di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan diyarkirin ku heta pêkanînên dijmirovî bidawî nebin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Girtiyên bi navê Erdal Emeç, Bulent Ozturk, Orhan Şahîn, Zerdeşt Oduncu û Mesut Pehlîvan ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ne, diyar kirin ku ev 3 roje wan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem dane destpêkirin. Girtiyên ku çalakiya xwe bi riya malbatên çûn hevdîtinê ragihandin da zanîn ku heta pêkanînên dij mirovî yên li hemberî wan bi dawî nebin ew ê çalakiya xwe ya grevê bidomînin.