KONYA - Banê ketina Mizgefta Uluirmak Muradiye ya Konyayê ji ber berfê hilweşiya. Li gorî daneyên destpêkê 5 kes birîndar bûne. 3 kes bi sivikî birîndar bûn.
Banê ketina Mizgefta Uluirmak Muradiye ya li navçeya Merama Konyayê ji ber kombûna berfê saet di 13.30’an de hilweşiya. Melayê mizgeftê di dema wez dida dengek bihîst. Piştî vî dengî banê cihê ketina mizgeftê ji ber kombûna berfa zêde hilweşiya. Ji 8 kesên li wir diman 5 kes bi dengê hatî re reviyan xwe rizgar kir û 3 kes jî ji ber parçeyên li wan ketin bi sivikî birîndar bûn.
Piştî hilweşîna ban kesên li wir hatin tehliyekirin. Gelek polîs, ambulan û komên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di xebata hat meşandin de hat tesbîtkirin ku kesek li bin enqazê nemaye. 3 kesên birîndar bûne rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Meramê.