AMED - Baroya Amedê di çalakiya bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî de bi minasebeta 10 salvegera kuştina Hrant Dink, Dînk bibîr anîn û xwestin kujerên wan bên darizandin û cezakirin.
Baroya Amedê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar ling a Sûrê hat qetilkirin bibîr bînin çalakiya xwe ya heftane li ber Edliyeya Amedê berdewam kirin. Endam û rêveberên Baroya Amedê bi cubbeyên xwe li ber Edliyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Wekî her hefte dowîz û pankarta "“Em te ji bîr nakin" vekirin û wêneyên Elçî rakirin. Li ser navê Baroyê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku kuştina Elçî li Tirkiye ne yekemîn cînayet e û wiha got: "10 sal berê li Tirkiye rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dink hat qetilkirin. Em herdu qasidên aştiyê bibîr tînin. Elçî û Dink ji bo Tirkiye kevokên aştiyê bûn. Parazvanên mafên mirovan bûn. Hêj der barê lêpirsîna Elçî de tu gavên şênber nehatine avêtin. Niha der barê lêpirsina dosyaya Elçî de hebûn û tunebûna dozger di rojevê de ye. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê niha qeydana darazê û dozgeran di rojevê de ye. Serdozgerekî komarê li holê tune ye. Niha 3’emîn dozgerê komarê li dosyaya Elçî dinere."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.