Zarokê girtî yê di şewatê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

EDENE - Li Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê, Muhammet Erdogan (17) ê di şewatê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Roja berê li Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê şewat derketibû û di wê şewatê de 3 jê giran 6 zarokên girtî birîndar bûbûn. Ji zarokên birîndar Muhammet Erdogan ê 17 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Erdogan ê dema li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Numune ya Edeneyê dihat tedawîkirin û jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê cenazeyê wî şandin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.

Xizmên Erdogan ê ji bo wergirtina cenaze hatin anîn ziman ku, bi dernegî mudaxileyî şewatê hatiye kirin û kesên di bin bandora şewat ûd uxanê de mane demildest mudaxileya tibbî ji bo wan nehatiye kirin.

Cenazeyê Erdogan ê ji morgê hat wergirtin li Goristana Kuçukoba ya navçeya Seyhanê hat definkirin.