ENQERE - Welatiyên li Kuçeya Konurê hatin gel heve bi dovîzên li ser wan "Na" nivîsandî guherandina Qanûna Bingehîn protesto kirin.
Di çarçoveya çalakiyên rabûna ser piya de welatiyên li Kuçeya Konur a Enqereyê dovîzên li ser "Na" nivîsandî hilgirtin, banga ji guherandina qanûna Bingehîn re "Na" kirin. Welatiyan li dijî guherandina Qanûna Bingehîn banga têkoşîneke topyekûn kirin û dirûşmeyên "Em radibin ser piya", "Li dijî tunekirina qadên me yên jiyanê Na" û "Ji guherandina rejîmê re Na" berz kirin.
Polîsan qedexeya walîtiyê bi bîra kesên çalakî kirin xistin û gotin, ew ê mudaxileyî çalakiyê bikin. Li ser vê welatî heta demekê jî liv ir rawestiyan û piştî demekê belav bûn.