OSMANIYE - Li Osmaniyeyê ambulans û otomobîlek li hev qelibîn. Di qezayê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Bajaroka Cevdetiye ya girêdayî navenda Osmaniyeyê ambulans û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayç de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Ambulansa aîdî nexweşxaneyeke taybet a ji naveçeya Kadirliyê vedigeriya, li gor îdiayê li wesayîta ku Dursun Kaya bi kar dianî û ji kontrolê derketî qelibî. Bi qelibînê re wesayîta Dursun Kaya gindirî şarampolê û di vê gindirînê de Dursun Kaya û hevjîna wî Bahar Kaya û zarokên wan Îrem û Kaan Kaya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û Sinem Kaya ya rakirin nexweşxaneyê jî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ajokarê ambulansê Bugra Bozdogan û teknîsyena tibê Candan Şekerci jî ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê.