STENBOL - Bi hinceta têkiliya wî bi kujerê Reinayê re heye kesekî ji Turkîstana Rojhilat hat binçavkirin.
Şeva sersalê li Ortakoya Stenbolê, Abdulgadir Masharipov li cihwarê şahiyê yê bi navê Reinayê bi çekê 39 kes qetil kiribûn. Bi hinceta têkiliya wî bi Masharipv re heye Mansuer Mijiti yê ji Turkîstana Rojhilat e li Qeyseriyê hat binçavkirin.
Mijiti li navçeya Melîkgaziyê ya ku Tirkên Ûygûrî lê dimînin, hat binçavkirin û hat zanîn ku, li mala wî materyalên dîjîtalî hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku, têkiliya Mijiti bi hucreya DAIŞ'ê ya Stenbolê û bi bersûcekî kû hîn jî fîrar e heye.