STENBOL -Êrîşkar û kujer Abdulgadir Masharipov ê bi çekê êrîşî ciwarê şahiyê yê bi navê Reinayê kir û 39 ke sqtilkirin, derket holê ku dê bireviyana Reqayê.
Abdulgadir Masharipov ê şeva sersalê li Ortakoya Stenbolê bi çekê êrîşî cihwarê şahiyê yê bi navê Reinayê kir û 39 kes qetilkirin û paşê li Esenyûrtê hat binçavkirin, tevî Ali Jameel Mohammed ê ji Iraqê li Muduriyeta Şaxa Terorê ya Stenbolê îfade û lêpirsîna wan didome. Di lêpirsînên ji aliyê pisporên teror û îstixbaratê hatin kirin de, derket holê ku dê Masharipov bireviyana Reqayê.
Li gor îfadeya endamê DAIŞ'ê Mohammed ê li Esenyûrtê mala Masharipov kirê kir hat zanîn ku, dê Masharipov pêşî derbasî Sîlîvriyeyê û ji wir jî derbasî Çanakkaleyê bibûna. Hat zanîn ku dê êrîşkar Masharipov şevekê li Çanakkaleyê bimana û paşê derbasî Îzmîr û Hatayê û ji wir jî derbasî Reqayê bibûna.
Li gel domandina xebatên têkildarî êrîşî, hat tespîtkirin ku çeka bi markaya keleşnîkofê ya di êrîşê de hatiye bikaranîn ji Konyayê anîne Zeytînbûrnûyê.
Ji aliyê polîsan ve xebatên têkildarî bûyerê didomin.