STENBOL- Li nêzî avahiya Muduriyeta Polîsan a Stenbolê hewldana êrişiyî ya roketetarî pêk hat. Li dijî avahiya AKP' ya Sutluceyê jî hewldaneke êrişiyî pêk hat. Serokwekîlê Koma AKP'ê Mehmet Muş got, her du êrîş jî ji aliyê DHKP-C'ê ve pêk hatine.
Li dijî avahiya Muduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê ye hewldaneke êrişiyî bi roktetaran pêk hat. Hat zanîn ku, roketetar îsabetî avahiya muduriyeta polîsan nekiriye, tenê roketetar îsabetî dîwarê baxçeyê derve yê avahiya muduriyetê kiriye û di dema îsabetê de camên avahiya muduriyeta polîsan şikiyane.
Hat ragihandin ku, di êrîşê de mirî û birîndar çênebûne.
WALÎTIYÊ DAXUYANÎ DA
Waliyê Stenbolê Vasip Şahin di hesabê xwe yê Twitterê da daxuyanî da û wiha got: "Li dijî Muduriyeta Polîsan a Bajêr êrîşek pêk hatiye, gule îsabetî dîwarê muduriyetê kiriye. Di êrîşê de ji persenolên me tu kesên mirî û birîndar tune ne. Ji bo tespîtkirin û zevtkirina kesên êrîş pêk anîne operasyoneke berfireh dest pê kiriye û didome."
LI DIJÎ AVAHIYA AKP'Ê YA BAJÊR HEWLDANEKE ÊRIŞIYÎ
Li dijî Serokatiya Stenbolê ya AKP'ê hewldaneke êrişiyî pêk hat. Ajansa Nûçeyan a Doganê ragihandibû ku, li nêzî Serokatiya Bajêr a AKP'ê ya Sutluceyê dengê teqînê hatiye û li ser vê polîs tevgeriyane.
JI PARTIYÊN SIYASÎ ŞERMEZARKIRIN
Li Meclîsê di dema hevdîtinên tûra 2'yemîn ên guherandina Qanûna Bingehîn de, partiyên siyasî yên agahiya êrîşê wergirtin daxuyanî dan. Li ser navê AKP'ê Mehmet Muş daxuyanî da û got, êrîş ji aliyê DHKP-C'yê ve pêk hatiye. Li ser navê CHP'ê Ozgur Guzel û li ser navê HDP'ê jî Ahmet Yildirim axivîn û daxuyandin ku ew êrîşê şermezar dikin.