AGIRÎ - Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin ê navçeya Giyadînê Abdullah Kaya û 7 kesên pê re bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, di serdegirtinên malan ên di 18'ê Çileyê de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Abdullah Kaya û 7 kesên pê re hatin binçavkirin, piştî îfadedayînên li muduriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Kaya û 7 kesên pê re, piştî îfadedayînên li dozgeriyê jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Kaya û 7 kesên sewqî dadgehê hatin kirin, bi heman hincetê hatin girtin.
Navê kesên din ên hatin girtin jî wiha ne: Hevserokê HDP'a Taşliçayê Ahmet Kaya, Hevserokê HDP'a Taşliçayê yê berê İkram Meşvet, Encumenê AKP'ê yê Taşliçayê yê berê Abidin Yakar, Medeni Yenigun, Yakup Akkuş, Sertif Dursun, Abdurrahman Dursun hatin girtin û her wiha Zeki Yeşil jî piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan.
Kesê bi navê Mehmet Irmak ê di çarçoveya heman dosyeyê de li Stenbolê hat binçavkirin, hîn jî di bin çavan de tê ragirtin.
Kaya û 7 kesên pê re hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê.