STENBOL - Ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku hatiye girtin, serî li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat dayîn.
Ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk, ku di 25'ê Kanûnê de hat binçavkirin û piştî 24 rojên li binê çavan di 17'ê'ê Çile de ji aliyê 8. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê hat girtin, serî li Neteweyên Yekbûyî hat dayîn.
Serlêdan li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat kirin û hat ragihandin, ku bi binpêkirina hemû qanûnên hiqûqê Çelîk bi lêdanê hatiye binçavkirin, 24 rojan di binê çavan de hatiye hiştin û piştre ji aliyê dadgehê ve bi rengekî neheq hatiye girtin. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî piştî serlêdanê agahî dan û diyar kirin, ew ê mijarê ji nêz ve bişopînin û di demeke kurt de têkiliyê bi rayedarên Tirk re deynin.