HATAY – Ji Îdliba di dest rêxistinên wek El Nûsra û Ehrar El Şamê de ye, kesên dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin bêyî zanibin sivîl an jî endamên rêxistinê ne, tê îdiakirin ku di sêgoşeya qaçaxçiyên mirovan-karmend-leşkeran de ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê bi beramberiya hezar û 500 EURO'yî tên derbaskirin.
Bajarê Helebê yê Sûriyeyê piştî 4 salan dema ket destê hêzên rejîmê yên Rûsya piştevaniya wan dike, bi navbeynkariya Tirkiyeyê tevî sivîlên li Helebê "komên îslamî yên radîkal" jî bi otobêsan sewqî Îdlîba ku di dest komên wek El Nûsra û Ehrar El Şamê de ye hatin kirin. Piştî vê sewqkirinê vê carê jî derket holê ku dê ev komên radikal ji Îdlîbê di ser sînorê Hatayê re derbasî Tirkiyeyê bibin.
‘YÊ PEREYÊ XWE DIDE DERBAS DIBE'
Hat diyarkirin ku, derbasbûyînên di Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê de bi awayekî kontrolî tên kirin û her wiha hat diyarkirin ku, carinan ev kontrol çênabe. İ.K. ê li xeta gumrukê ya ku bi awayekî zêde texsiyên qorsan tê re diçin û tên dixebite ragihand ku, ji Îdlîbê tenê kesên birîndar bi ambulansan tên wergirtin, lê belê karmend û leşkerên li deriyê sînor dixebitin, bêyî li qaçaxçiyên mirovan bipirsin her kesî bi beramberiya hezar û 500 EURO'yî derbas dikin. İ.K. anî ziman ku, piştî derbasbûyîn pêk tên, vê carê jî texsiyên qorsan dikevin dewrê û wiha got: "Ji xwe di rewşên asayî de jî em bi 20 lîreyî rêwiyan ji Reyhanliyê tînin Cîlvegozuyê. Yên di derî re tên jî em dibin Reyhnaliyê. em nizanin em kê vediguhezînin. Em dibên qey penaber in. Tiştekî din be, ma qey em ê ferq bikin. Ji leşkeran bigire heta karmendan sazûmaniyek hatiye çêkirin. Yê pereyê xwe dide derbas dibe."
4 ÇAWÎŞÊN PISPOR HATIN GIRTIN
Li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê, berê jî di nava gel de gelek caran têkildarî qaçaxçîtiya mirovan navê leşkeran derdiket pêş û welatiyan vê rewşê bi gotinên wek "Fermandarên qereqolan bûn LORD" tarîf dikirin. Li ser îdiayên ku ji aliyê welatiyan ve dihatin vegotin di 9'ê Çileya 2017'an de, li Reyhanliyê operasyonek hat lidarxistin û 17 kesên ku qaçaxçîtiya mirovan dikirin hatin girtin û derket holê ku ji vana 4 jê çawîşên pispor in.
‘REYHANLI NERIHET E'
Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkarên Reyhanliyê Ali Bayir jî anî ziman ku, gelê bajêr li ser striyan dimeşe. Bayir anî ziman ku, ew nizanin van geşedanên li bajêr çawa derketin holê û wiha got: "Me xwe emanetî Xwedê kiriye û wiha dijîn."
Serokê CHP'a Reyhanliyê Ruşen Bagatur jî anî ziman ku, her çi qas gelê bajêr hînî Sûriyeyiyan bûbe û di navbera wan de pirsgirêk dernakevin jî, lê nerihetiya gel li ber çavan e. Bagatur got, bajarê Îdlîbê bi çavan tê dîtin û anî ziman ku, ji ber di destê komên îslamî yên çekdar de ye ew ji ber vê nerihet in.