‘Rewşa girtiyan di xetereyek mezin de ye’

AMED - Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Bi Zîndanan Re Mehmet Temîzyuz pêkanînên di demên dawî de li girtîgehan diqewimin nirxand û wiha got: “Ev konsepta li girtîgehan bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dest pê kir. Girtî bi metirsiyan re rû bi rû ne. Rêbazên îşkenceyên salên 1990’î li girtîgehan pêk tên. Wê demê encam negirtin niha dixwazin encamê bigirin.”

Li gelek girtîgehên bajarên heremê û Tirkiyê her roj mafê girtiyan tên qedexekirin û hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin. Li gel van binpêkirina mafan jî îşkence û êrîşên li dijî girtiyan jî derketine asta herî jor. Di rojên dawî de ji gelek girtîgehan agahiyên xeter tên û ev rewş hemû ewlehiya canê girtiyan a ku di bin metirsiyê de ye derdixe holê. Li girtîgehan pêkanînên îşkenceya salên 1980, 1990 û 2000’an derketin holê û wahşeta wan salan di demên dawî de xwe dûbare dike. Li gel van pêkanînên xerab demek dirêj jî di nav de ku girtiyên nexweş ên rewşa wan girane hene gelek girtî tên neqilkirin. Têkildarî van pêkanînan Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re Mehmet Temîzyuz ji dîhaberê re nirxand û bal kişand ser rewşa girtiyan.

‘EV KONSEPT BI TECRÎTA LI SER OCALAN DESTPÊKIR’

Temîzyuz destnîşan kir ku vê konsepta nû ku li girtîgehan destpêkiriyê bingeha xwe ji tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan pêk tê digire û wiha got: “Piştî pêvajoya tecrîtê li girtîgehan jî ev konsepta îşkenceyê xistin dewrê. Di pêvajoya çareseriyê de jî hikûmeta tenê gavek avêt û ev jî konsepta şert û mertên girtîgeha dijwarkirin bû. Îro jî ew şert û merc xwe baş didin xuyakirin.” Temîzyuz girtina komeleyên malbatên girtiyên wek konseptek êrîşa li dijî girtiyan binav kir û got ku bêyî ku li komeleyên wan hatin girtin lêpirsîn bê destpêkirin hatin girtin û ev girtin jî cureyek êrîşa li dijî girtiyan bû.

‘REWŞA GIRTIYAN DI NAV XETEREYEK MEZIN DE YE’

Temîzyuz da zanîn ku piştî komeleyên malbatên girtiyan bi riya KHK’ê hatin girtin li girtîgehan binpêkirina mafan û êrîş derketin asta herî jor û wiha axivî: “Li girtîgehan niha tiştên tên qewimandin, ji pêkanîn û wahşeta ku Esat Oktay û Kenan Evren serkêşiya wê dikirin ne cudatir e. Rewşa îro dişibe rewşa îşkenceya salên 1980’î ya li dijî girtiyên wê demê. Pêkanîn Zîndana Amedê yên wê demê îro li gelek girtîgehan tên qewimandin. Îro nêzî 10 hezar siyasetmedarên girtî û girtiyên kurd rewşa wan di bin talûkeyek mezin de ye. Li gorî em di derbarê girtîgehan de agahî digirin ji rewşa girtîgehan gelek bi guman in. Dewleta ku encam ji salên 80’î negirt, dixwaze îro bi îşkenceyê wê encamê bigire. Dewlet dixwaze komkujiyê wê demê bixe dewrê.”

‘RÊBAZA ÎŞKENCEYA SALÊN 90’Î LI GIRTÎGEHAN PÊK TÊ’

Temîzyuz pêkanîna rêbaza “Benê beraz” a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê wek mînaka îşkenceya li girtîgehan bibîr xist û wiha domand: “Ev rêbaza îşkenceya ‘Benê berazan’ di salên 1990’î de li dijî gelê kurd hat ceribandin û pêkanîn. Lê îro ew rêbaz birine girtîgehan û li dijî giriyan pêk tînin. Ew faliyetên kongrayên salên 90’î îro li qawîşên siyasetmedarên kurd ku lê girtî ne xistine meriyetê. Şopên îşkenceya wan benan li ser laşên girtiyên hat xuyakirin. Tene ev mînakek îşkenceyê ya li Wanê ye. Lê îro li gelek girtîgehan ev îşkence pêk tê. Li dehan girtîgehan binpêkirina mafan diqewime û bi dehan girtî bi tena serê xwe di hûcreyan de girtî ne.”

‘TECRÎD RABE WÊ ÎŞKENCE JÎ BI DAWÎ BIBE’

Temîzyuz anî ziman ku bi taybetî piştî îlankirina OHAL’ê binpêkirina mafan û êrîşên li girtîgehan destpêkir şûn ve ev nêzî 6 mehan e her girtiyek kurd di bin “tecrîtê” de ye û got ku li dijî girtiyan politikaya sîxurkirinê û şikandina vîna girtiyan jî di dewrê de ye. Temîzyuz diyar kir ku li girtîgehan hiqûq nayê bikaranîn û got ku di rojên dawî di nav de girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî hene bi dehan girtî tên sewqkirin. Temîzyuz herî dawî da zanîn ku heke tecrîta li ser Rêberê PKK Abullah Ocalan bê rakirin dê pêkanînên nebaş û îşkenceya li ser girtiyan jî bi dawî bibe.

Bîlal Guldem - dîhaber