ISPARTA – Li Zanîngeha Suleyman Demirelê 24 xwendkearên ji ber beşdarî bîranîna Komkujiya Roboskiyê bûn û ji zanîngehê hatin avêtin, der barê avaêtina wan de li Dadgeha Îdarî ya Konyayê îtiraz hat kirin. Di encama îtirazê de dadgehê biryara rektoriyê ya ji zanîngehê avêtina 24 xwendekaran wek biryareke derhuqûqî dît û ji ber der barê xwendekaran de biryara darazake teqezbûyî tune ye birêvebirina dozê da rawestandin.
Li Zanîngeha Suleyman Demirel (SDU) a Ispartayê di sala 2015'an de xwendekaran li kampusa zanîngehê têkildarî Komkujiya Roboskiyê çalakiyeke bîranînê li dar xistibû û di dema bîranînê de rastî êrîşa polîs û komên nîjadperest hatibûn. Piştî êrîşê der barê 42 xwendekaran de bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Bêyî doz binecam bibe di destpêka serdema biharê ya 2016-2017'an de têkiliya 42 xwendekaran bi zanîngehê re hat qutkirin û li ser vê 24 xwendekar ji bo rawestandina birêvebirina dozê bi rêya parêzerên serî li Dadgeha Îdarî ya Konyayê dan û piştî îtiraza li dadgehê doz biencam bû.
DADGEH CEZAYÊ HAT DAYÎN DERHUQÛQÎ DÎT
Di biryara ji aliyê Daîreya Doza Îdarî ya 3'yemîn a Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Konyayê hat dayîn de, hat diyarkirin ku doza ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Ispartayê bi tawanbariyên "Propagandaya rêxistinê" û "Astengkirina bicihanîna peywirê" li xwendekaran hatiye vekirin didome û da zanîn ku, heta darizandin bi encam nebe, avêtina ji zanîngehê ya xwendekaran derhuqûqî ye.
Li gor biryarê dê xwendekar di serdema duyemîn a 2016-2017'an de dubere vegerin zanîngehê.