Ji ber teqînê hatin girtin, ji endamtiya rêxistina xwe fesix kir hatin tawanbarkirin

ÎZMÎR - 5 xebatkarên edliyeyê yên endamê BES'ê ne ku bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa bombeyî ya li dijî Edliyeya Îzmîrê re heye hatibûn binçavkirin, derket holê ku bi endamtiya rêxistina 50 sal berê xwe fesix kiriye hatine tawanbarkirin.

Di 5'ê Çileyê de li dijî Edlieya Îzmîrê êrîşeke bombeyî pêk hatibû û di êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî êrîşê li Herêma Egeyê operasyonên binçavkirinê zêde bûn û piştî teqînê bi rojekê 5 jê endamên Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES), 6 kes hatibûn binçavkirin. Ji ber biryara nepeniyê der barê lêpirsînê de tu agahî bi dest neketin, lê belê di nûçeyan de tê diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin têkiliya wan bi bûyerê re heye.

Piştî qedexeya 5 rojana a bi parêzeran re, kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadedayînên li muduriyeta polîsan serbest hatin berdan û li gor girtenameyan derket holê ku 6 kesên hatibûn binçavkirin, tu eleqeya wan bi bûyera êrîşê re tune ye.

LI SER ÎHTIMALAN PIRS

Hat zanîn ku, kesên hatine binçavkirin ji ber parvekirinên civaka medyayî li ser îhtimala sûcê "Propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin. Di lêpirsînê de ji endamên BES'ê hat pirsîn ku, têkildarî êrîşê parvekirinên pesindayînê kirine ya na û hat îfade kirin ku, di ser parvekirinan re xwestine delîl bên afirandin.

'BERIYA BÛYERÊ, DEMA BÛYERÊ û PIŞTÎ BÛYERÊ HÛN LI KUDERÊ BÛN?'

Dîsa ji kesên binçavkirî hat pirsîn ku roja bûyerê ew li kuderê bûne û çi dikirin. Polîsên ku bersiva, roja bûyerê hin kes li edliyeyê û hin kes li cihên din bûne wergirtin, piştî dîtin ku tu delîl li holê tune ne pirsên wek beriya bûyerê û piştî bûyerê li kuderê bûne hatin pirsîn.

POLÎSÊN KU TU DELÎL BI DEST NEXISTIN RÊXISTINA 50 SAL BERÊ XWE FESIX KIRIYE XISTIN DEWRÊ

Li gel vê di 9'ê Çileyê de yek jê xebatkarê edliyeyê yê teqawîdbûyî yê endamê BES'ê, 2 kes hatin binçavkirin. Her du kesên hatin binçavkirin jî, di medyayê de wek kesên têkiliya wan bi bûyerê re hebe hatin lansekirin, lê derket holê ku bi tawanbariya "Heqareta li serokomar" hatine binçavkirin. Du kesên ji ber lêprisîneke cuda hatin binçavkirin, têkildarî êrîşê tu pirs ji wan nehatin pirsîn, lê pirsên ku têkildarî "Heqareta serokamriyê" arasteyî wan hatin kirin balê dikêşin.

Meha borî, sendîkayê di çalakiyeke xwe ya li Enqereyê de serdana gora Deniz Gezmiş û Mahir Çayan kiribûn. Di lêpirsînê de ji kesên binçavkirî ev serdan hat pirsîn. Kesên ku di civaka medyayî de wêneyên têkildarî serdana goristanê parvekiribûn, hat îdiakirin ku propagandaya THKP-C a 50 sal berê xwe fesix kiriye û propagandaya THKO'yê kirine û di heman demê de hat îdiakirin ku endam li van rêxistinan zêde kirine.

'EM BINÇAVKIRINÊN KÊFÎ ŞERMEZAR DIKIN'

Serokê Şaxa BES'a Îzmîrê Musa Sever têkildarî van binçavkirinan axivî û anî ziman ku, ji ber biryara nepeniyê heye wan der barê binçavkirinan de agahî wernegirtine, lê belê bi nûçeyên hatin weşandin wek berpirsiyarê êrîşê bin hatine lansekirin. Sever wiha got: "Bi vê riyê wek hevalên me berpirsiyarên êrîşê bin, bîrbiriyekê diafirînin. Em bawer dikin ku, tu têkiliya endam û nûnerên me bi êrîşê re tune ye. Em binçavkirinên kêfî şermezar dikin."