ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin ji bo bajarê ji sedî heftê hatiye hilweşandin dest bi reklama çêkirina xeta kanalîzasyonê kiriye.
Di qedexeya derketina derve ya Şirnexê ku di 14'ê adara 2016'an hat îlankirin û 14'ê mijdara 2016'an de bi dawî bû bi hezaran avahiyên gelê Şirnex hatin hilweşandin. Li gor lêkolînên li bajêr hatine kirin sedê heftê avahiyên bajêr hatine hilweşandin. Li bajêr beriya qedexe were rakirin di roja 5'ê mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê kirin û gelek projeyên ku şaredariyê ji bo xizmeta gel amade kiribûn rawestandin. Li bajêr her çiqas deverek ku mirov jêre bibêje sûk tunebe jî ji bo qeyûm bikaribe reklama xwe bike li tevahiya bajêr bîlbord hatine amadekirin.
WÊNEYÊ DI REKLAMA QEYÛM DE NE YÊ ŞIRNEX E
Qeyûmê ku şûna reklama xwe ji bo pêdiviyên gel ên lezgîn xebatê bike li bîlbordên tevahiya bajêr reklama çêkirina projeya kanalîzasyonê dide danasîn. Di reklama hatiye amadekirin de wêneyê ku hatiye bikaranîn bala her kesê dikêşe. Ji ber ku wêneyê hatiye bikaranîn ne aîdê taxek, kuçeyek an jî kolanek Şirnexê ye.
BAJAR HATIYE XERABKIRIN EW KETINE PEY REKLAMA KANALÎZASYONÊ
Ev reklam û bîlbordên hatine amadekirin qet bala gelê Şirnexê nakêşe, kesên ku bala wan dikêşe û li vê reklamê dinêrin jî gotina, "Bajar hatiye xerakirin ew ji mere reklama çêkirina kanalîzasyonê dikin" tînin ziman.