ŞIRNEX - Li Şirnex piştî hilweşadina bajêr gundên salên 90'î hatine valakirin û şewitandin careke din ji bo gel bûn wargehên jiyanê. Welatiyên gundê Bilmad piştî 24 salan careke din li gundê xwe vegeriyan û bi derfetên xwe û alîkariya gel xaniyên xwe ava kirin.
Gelê Şirnexê piştî ku bajarê wan di qedexeya navbera 14'ê adar û 14 mijdara 2016'an de sedê heftê hat hilweşandin dev ji axa xwe bernedan û ji bo jiyana xwe berdewam bikin careke din dest bi raçandina deverên jiyanê kirin. Heya bi sedan malbat bi derfetên xwe an jî bi alîkariya ji bo gelê Şirnexê hatiye ji xwe re avahiyên ku bikaribin jiyana xwe lê berdewam bikin çêkirine an jî bêyî ku muhtacî dewletê bibin li gund, bajarok û navçeyên bajêr bi cih bûne. Yek ji van deveran jî gundê Bilmadê yê ku sala 1993'an hatiye valekirin e. Li gundê Bilmadê di salên 90'î de zêdetirî 30 malbatan jiyan dikir û piştî gund hate valekirin welatiyên li vir jiyan dikin piraniya wan li taxa Bahçelîevler a Şirnexê bi cih bûn. Lê piştî ku qedexe ket ser bajêr welatî neçar man ji bajêr derkevin û welatiyên gundê Bilmadê jî piştî 24 salan careke din berê xwe dan gundê xwe. Di dema qedexeyê berdewam dikir de gund hat topbarankirin û welatî neçar man ji gund careke din koçber bibin. Welatiyên ku ji vir koçber bûn heya ku qedexe bi dawî bû li gundê Avgamasya man û piştî qedexeyê careke din vegeriyan gundê xwe.
PIŞTÎ BAJAR HAT HILWEŞANDIN BIRYARA AVAKIRINA GUND DAN
Piştî ku qedexe rabû şêniyên gundê Bilmadê dîtin ku hemû xaniyên wan ên li bajêr hatine hilweşadin û biryara xwe dan ew li gund bi cih bibin. Li ser vê yekê gundiyan him bi derfetên xwe him jî bi alîkariya ku ji wan re hatiye dest bi çêkirina xaniyên xwe ango avakirina gundê xwe yê sala 1993'an hatiye valekirin kirin. Heya niha li gund 15 avahî hatine çêkirin û zêdetirî 200 welatî li gund dijîn.
RÊ Û CERYAN TUNEYE LÊ JIYANA XWE BERDEWAM DIKIN
Li gundê Bilmadê hêj avakirina xaniyê nû berdewam dike û gelek malbat hene ku ji ber rewşa zivistanê avakirina malên xwe ji bo demsala biharê hiştine. Heya niha tu alîkariya an jî xebateke dewletê ji bo gundiyan çênebûye. Her tişta hatiye kirin gundiyan bi derfetên xwe û alîkariya gel şandiye çêkiriye. Gundê Bilmak zênî 7 kîlometreya ji bajêr dûr e û rêya diçe gund ji ber demsala zivistanê a dijwar gelek caran tê girtin. Gundiyan bi derfetên xwe ji çavkaniyan av anîne heya nava gund û bi vî awayî pêwîstiya xwe ya bi avê çareser dikin. Her wiha li gund elektrîk jî tuneye lê dîsa jî ev yek nabe asteng ku welatî jiyana xwe berdewam bikin. Welatî ji bo ronahî û şarja telefonan hêza tavê bikartînîn.
JI BO DEBARA XWE DEST BI SEWALKIRÎ Û ÇANDINIYÊ KIRIN
Gundiyan ji bo ku debara xwe bikin dest bi xwedîkirina sewalan kiriye. Hema bêje her malbatê ji xwe re hin bizin, pez, mirîşk û elok stendine û bi vî awayî aboriya xwe bi xwedîkirina sewalan qezenç dikin. Her çiqas sala derbas bûyî gundiyan tu fêde ji baxçe û zeviyên xwe yên çandiyê nedîtibe jî îsal bi hêvî ne ku çandinî ji aliyê aboriyê ve fêdeyek baş bide wan.
APÊ XALID LI BENDÊ YE KU ÇÊKIRINA XANIYÊ WÎ TEMAM BIBE
Ji welatiyên piştî 24 salan careke din li vegerîn gundê xwe yek jî jê apê Xalid Sîpkî ê 74 salî ye. Apê Xalid xwedî 7 zarokan e û niha 3 zarokên wî li Şirnex, 1 li Silopî, 2 li gundê Bilmak û ew û zarokek xwe jî li gundê Avgamasya dijîn. Weke gelek welatiyên gund apê Xalid jî dest bi çêkirina xaniyê xwe kiriye lê ji ber ku hêj çêkirina xaniyê wî xelas nebûye bi temamî vegeriyaye gund. Dem dem tê li xaniyê xwe yê tê çêkirin dinêre û dem dem jî tê serdana zarokên xwe yên li gund bi cih bûne.
4 CARAN KOÇBER BÛ Û HERÎ DAWÎ LI BILMADÊ BI CIH BÛ
Dayîka Behiye Sîpkî jî xwediyê 8 zarokan e û beriya çend salan ji bo sewalan xwedî bikin demsala havînê bi malbata xwe dihat gund û piştî ku avahiya wan a 5 qet li taxa Bahçelîevler hatiye hilweşadin bi temamî li gund bi cih bûne. Dayîka Behiye jî weke gelek Şirnexiyan 4 caran ji warê xwe koçber bûye û serpêhatiya koçberiyên xwe wiha vedibêje: "Di serî de em li vî gundî bûn. Wê demê min zarok tunebûn. Beriya 7 salan ji bo em sewalan xwedî bikin carna em dihatin gund. Dema qedexe hat îlankirin ev der jî hat bombekirin û em ji vir koçber bûn çûn Konûtan. Herî dawî em careke din hatin û xaniyê ku em niha têde em nû ava kirin. Em li vir pê xwedîkirina sewalan debara xwe dikin. Niha ceryana me tuneye. Dema havînê welatî pê ava heyî baxçeyên xwe av didin. Ger av ji me re neyê demsala havînê em ê bê av bîminîn. Zivistan zor derbas dibe û em ji bo şewayê êzîngan ji derdorê kom dikin.
XANÎ BI AWAYEK KOLEKTÎF HATIN AVAKIRIN
Apê Mehmet Nûrî Çapar jî bi hevjîna xwe re piştî qedexe rabûye li gundê Bilmak bi cih bûye. Apê Mehmet ewil xaniyê xwe ava kiriye û niha jî ji bo xwarin çêkirinê û nanpêjiyê li tenişta xaniyê xwe cihek din ava dike. Avakirina vê derê jî bi awayek kolektîf tê çêkirin. Tenê ne cihê xwarin û nanpêjiya apê Mehmet, hemû karûbarên çêkirina xaniyan li vî gundê ji nû ve tê avakirin bi awayek koletîf hatine çêkirin.
Nedîm Orûç-Dîhaber