EDENE - Malbata zarokê 17 salî Muhammed Erdogan ê di şewata li qawîşa zarokan a Girtîgeha tîpa E ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da bertek nîşanî rayedadrên girtîgehê da û xwest bûyer ronî bibe. Xalê Muhammed Erdogan Kenan Oguz, diyar kir ku dereng mudaxaleyî agir kirin û mudaxaleya tibbî nehatiye kirin.
Di 18'ê Çile de li qawişa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de şewat derketibû û 3 jê giran 6 zarok di şewatê de birîndar bûbûn. Ji zarokên birîndar ê 17 salî Muhammet Erdogan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bavê Muhammed Erdogan Haci Erdogan diyar kir ku kurêwî 4 mehin girtî ye û wiha got: "Min ji ciranan bihîst ku kurê min di şewatê de birîndar bûye. Em çûn nexweşxaneyê. Rewşa kurê min qerab bû. Piştî me destûr ji dozgeriyê xwest em çûn ziyareta wî. Gardiyanan got 'Zarokekî 14 salî şewat derxistiye' Ew zarok jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Bavê wî jî binçavkirin. Navê zarok R.K. ye.Ji mere negotin çima zarok şewat derxistiye."
'EM DÊ GILÎ BIKIN'
Pismamê Erdogan, Mesut Erdogan jî anî ziman ku li bedena pismamê wî şopa lêdan û şewatê tune bû. Li gorî agahiyan zarokekî biçûk şewat ji kabloyên ceyranê derxistiye. Tenê kesekî qawiş daye ber agir. Em sedema vê weşatê nizanin. Ji xwe kesê şewat derxistiye jî niha birîndar e û li nexweşxaneyê ye. Em dê der barê hemû berpirsiyaran de gilî bikin.
SERSARÎ HEYE
Xalê Erdogan Kenan Oguz jî anî ziman ku xwarziyê wî ji ber sersariya rayedarên girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Bi hezgîn mudaxaleyi şewatê nekirine. Dîsa mudaxaleya tibî neyatiye kirin. Dibêjin 'Di nava 11 deqîqeyan de mudaxaleyî şewatê kirine. Lê ev ne rast e. Heta ku gardiyann derî vekirin û ketin hundir 20 deqîqe derbas dibe. Heta ku Midûr û dozger ferman nedaye mudaxale nekirine. Gardiyan dibêje 'Di 11 deqeyan de mudaxale hat kirin. Piştî 15 deqîqeyan ambulans hat' Lê ji vir heta nexweşxaneyê ambulans di 20 -25 deqîweyan de diçe. Ji sedî 90 alavên hatin şewitandin li ber derî ne. Pir hêzan e ku mudaxale bikin lê mudaxale nehatiye kirin. Ger ku di nava 11 deqiqeyan de mudaxaleyî şewatê kiribin ew şewat belav nabe. Li odeya wisa mezin di çend deqîqeyan de oksijen tune nabe.
HER TIŞT DI KAMERA DE QEYDKIRIYE
Oguz, anî ziman ku zarok 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û wiha got: "Ger li dîmenên kamerayan binerin dê rastî derkeve holê. Teqez sext hene. Agahiyên ku rayedarên d8ewletê didin tev derew in."
Hamdullah Kesen - dihaber