Siyasetmedarên hatin berdan dîsa hatin binçavkirin

MANÎSA - Hevserokên HDP'î jî di nav de 6 seyasetmedarên ku bi şerta kontrola edlî hatin berdan li ser îtiraza dozger dîsa hatin binçavkirin.

Li Manîsayê di 12'ê kanûna 20016'an de bi îdiya têkîliya wan bi êrîşa li Beşîktaşê heye Hevserokê HDP'ê yê Salîhliyê Abdulkadîr Murg, Hevserokê Akhîsarê Siddik Bulbul, Hevserokê Golmarmarayê Tarik Şahîn, Hevserokê Sarigolê Abdulhamît Kozcan, Hevserokê Alaşehîrê û rêveberê navçeya Yunusemre Rahmetullah Yapil ên hatibûn binçavkirin û di 9'ê çileyê de bi şerta kontrola edlî hatin berdan li ser îtiraza dozger bi şev ji aliyê polîsan ve li malên xwe hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku siyasetmedarên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.