Xizmên windayan Hrank Dînk bi bîr anîn

AMED/ÎZMÎR- Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Agosê Hrant Dînk ê ku beriya 10 salan hate kuştin bi bîr anîn. Di çalakiyên li Amed û Îzmîrê hatin lidarxistin de hat xwestin aqûbeta windayan bêronîkirin û kiryar bên darizandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 415'emîn hatin cem hev û aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin an jî kuştin pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku di têkoşîna xwe ya ji bo aqûbeta windayan de gelek kuştinên kiryar nediyar çêbûne û yek ji wan jî Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Hrant Dînk e.

Bîlîcî di axaftina xwe da got ku ger ku li Tirkiyeyê li hemberî cudatiyan rêzdarî bihata nîşandan kuştinên kiryar nediyar çênedibûn û daxwaza bi cih anîna edaletê dubare kir.

Piştre jî parêzer Hasan Yalçin çîroka Metîn Bûdak û kalê wî Bahrî Budak ên ku di 1994'an de li gundê Yalimli yê navçeya Licê ya Amedê hatin kuştin xwend.

Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.

DEV JI POLÎTÎKAYÊN KUŞTINÊ BERDIN

Li Îzmîrê jî xizmên windayan li ber Sumerbanka Kevn hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in, kiryar li kû ne" hate vekirin û Serokê ÎHD'ê yê Îzmîrê Alî Aydin diyar kir ku bi salan e li bendê ne aqûbeta windayan bê ronîkirin û ji bo ku kiryar bên darizandin û derkevin pêşberî edaletê li qadan in.

Aydin anî ziman ku daxwaza wan a heq, hiqûq û edaletê di bin tarîtiya OHAL'ê de tê fetisandin û wiha berdewam kir: "Em welatekî ku ne mirin. jiyan; ne şer aştî; bêhiqûqî na edalet; cudakarî na hemwelatîbûna wekhev serdest e dixwazin. Tekane riya vî jî pirsgirêkên xwe ne bi şîdetê bi rakirina OHAL, diyalog û muzakere û riyên aştiyane çareserkirin e."

Aydin piştre aqûbeta Ahmet Sayik û Mehmet Omeoglu yêh ku di 1994'an de li Sîlopiyê di bin çavan de hatin windakirin pirsî û wiha got: "Mehmet Omeroglu (Tayboga) yê ku li bajaroka Tilqebînê ya navçeya Sîlopiya Şirnexê dijiya û Ahmet Şayik ê li navenda Sîlopiyê dijiya di 7'ê Sibata 1994'an de bi hevre ji Deriyê Gumrukê yê Xabûrê dixebitîn ji bo ku vegerin mala xwe derketin. Lê careke din ji wan agahî nehat wergirtin. Ligel hemû hewldanên malbatan tu encam nehat girtin. Em wekî parazvanên mafên mirovan kengî be jî ji bo edalet bi cih bê bibin şopdarê vê yekê."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.